'Êrîşa li dijî Ekîn, êrîşa li dijî tevgera azadiya jinê ye
15:54
JINHA
QAMIŞLO - Meclîsa Yekîtiya Star bi daxuyaniyek êrîşên hov a dewleta Tirkiyê ya li hember gerîllayê jin Ekîn Wan pêk aniye şermezar kir. Daxuyaniya li ser navê Meclîsê Seroka Meclîsa Yekîtiya Star a bajarê Qamişlo Henîfe Mihemed xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin ku, xwastin di şexsê gerîllayê jin Ekîn Wan de tevgera azadiya jin hedef bigrin.
Meclîsa Yekîtiya Star bi armanca şermezar kirina polîtîkayên şer ên hovene a dewleta Tirkiyê, îro li taxa Xerbî a bajarê Qamişloyê daxûyanî xandin. Endamên Meclîsa Yekîtiya Star ya taxên Kornîş û Hilêliyê jî tevlî daxuyaniyê bûn. Jinan di daxuyaniyê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Yekîtiya Star û lehengên jin hildan. Daxuyanî li ser navê Meclîsê Seroka Meclîsa Yekîtiya Star a bajarê Qamişlo Henîfe Mihemed xwend û diyar kir ku, dewleta Tirk bi îşkence gerîllayê jin Ekîn Wan qetil kiriye.
'Ekîn Wan ji bo armancek bi rûmet têdikoşî'
Di daxuyaniyê de kiriyarên dewleta Tirk a nejetperest ya li dijî jin şermezar kirin û wiha domkir, "Şehadet ji bo armancên mezin û bi rûmet tên jiyan kirin. Kesayetên ku riya şehadetê tercîh kiribin, kesayetên ku bi welatparêzî û bi rihek fedayî jiyan dikinin. Navnîşana vê yekê jî jina Kurd a ku serê xwe tu caran ji pergalê re ne tewandiye û teslîmiyetê ne pejrandiye. Heval Ekîn Wan jî bi rihek fedaîne tevlî jiyanê bû. Ji ber ku Ekîn li hember paşvarotiyê faşîzane xwedî seknek bi vîn bû, artêşa Tirkiyê bi hovane ew qetil kir."
'Ekîn li dijîj feraseta yek ziman, yek al û yek netewî serî hilda'
Henîfe wiha domkir, "Em wek jinên Yekîtiya Star a bajarê Qamişloyê, kiryarên hovane ya dewleta Tirkiyê bi tundî şermezar dikin. Heval Ekîn sozdabû ku nirxên jiyaneke azad û demokratîk ya gelê Mezopotamya yê biparêze. Ekîn sekena jina azad ya li dijî pergala desthilatiyê mêr û dewletê ye. Ji bo avakirina bingeha civaka demokratîk têkoşînek mezin dida. Heval Ekîn Wan li dijî hovitiyê dagirkeran serî rakiribû."
'Ji bo heqîqetê bûyerê derbikeve holê divê kiryarê vê hovîtiyê bên darizandin'
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Banga me ji bo tevahî gelê cîhanê ew e ku, eger bi nirxên jiyana azad û demokratîk ve girêdayîbin divê li dijî bê adeletiyê têkoşîn bikin û serî rakin. Pêwîste hemû gel li dijî kiryarên hovane ya dewleta Tirkiyê rabe ser piyan. Bi yek dengî vê kiryarê divê em zelal bikin û bighînin dadgeha mafê mirovan. Ji bo heqîqetê bûyerê derbikeve holê divê kiryarê vê hovîtiyê bên darizandin. Pêwîste jin li her çar aliyê Kurdistanê dest bi çalakiyan bikin û li hember vê hovîtiya dijî mirovahiyê bê deng nemînin. Êrîşa li dijî Ekîn Wan li dijî tevgera azadiya jinê ye."
Piştî daxuyaniyê jinan durişmeyê "Şehîd namirin", "Bijî Rêber Apo", "Bijî jina azad" û "Bijî berxwedanî û bimre îxanet" berz kirin.
(rc)