KOM dê nêrînên xwe derbarê Ferqînê de parve bike
16:46
JINHA
AMED - Endamên Meclîsa Jinên Azad ên ku çûne Ferqînê, ji bo nêrînên xwe di derbarê rewşa Ferqînê de parve bikin dê civînek çapemenî li darbixin.
Endamên Meclîsa Jinên Azad (KOM) Nîmet Tanrikulu, Ceylan Bagriyanik, Hatîce Odemîş, Yûksel Mutlu, Evrîm Kurdoglu, Macîde Şîmşek, Dîlek Ocalan, Mehveş Evîn, Işil Ozgenturk, Fîlîz Kerestecîoglu, Gûneş Engîn, Ayşe Acer Başaran û Fatma Yalçin ji ber pêvçûnên li navçeya Ferqînê a Amedê wek heyetek çûn Ferqînê. Heyet derbarê rewşa û pêvçûnên li Ferqînê de di saet 17.00'an de li ber avahiya Kongireya Civaka Demokratîk (KCD) dê civînek çapemenî li dar bixin û rewşê agahdar bikin.
(rc)