Li Sur û Farqînê operasonên binçavkirina hevşaredaran
09:47
Nûçe
JINHA
AMED – Piştî êrîşên leşker û polîsan li Farqîn û Lîcê vêcarê jî dest bi operasonên qirkirina siyasî kirin. Li navçeyên Sur û Farqînê hevşaredar jî di navê de 9 kes hatin binçavkirin.
Li navçeyên Sur û Farqînê yên Amedê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de polîsan bi ser gelek malan de girt. Di encama serdagirtina malan de Hevşaredarên Surê Seyîd Narîn û Fatma Şik Barut, Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê navçeyê Alî Riza Çîçek, Xebatkara Akademiya Jinê Guneş Olmez, li Farqînê jî Hevşaredar Yuksel Bodakçî û hevserokên DBP'ê yên navçeyê jî di nav de herî kêm 9 kes hatin binçavkirin. Tê gotin ku dibe hejmara binçavkirinan zêde bibe.
Hat ragihandin ku polîsan di lêgerînê de hemû mal tevlî hev kirin û şîdet li hemberî kesên li malan de kir. Hat zanîn ku polîsan Hevşaredarê Surê Seyîd Narîn dirêjî erdî kiriye û pê li pişta wî kirin û çek dirêjî endamên malê kirin. Hat ragihandin ku di serdagirtina mala Guneş Olmez de serê dayîka wê şikandin.
(zt)