Dê jin li hember şer deng derxînin û nobeta aştiyê bigirin

10:02

JINHA

STENBOL – Dê îşev BİKG li hember şer nobetê bigirin û çalakiya deng derxistinê lidarbixin, ji bo beşdarbûna çalakiyê bang li hemû jinan kir ku li Meydana Galatasarayê beşdarî çalakiya deng derxistinê bibin.

Hewla Jinan a Ji bo Aşeiyê (BÎKG) dê îşev li hember şerê AKP'ê daniyî holê û êrîşên leşker û polîsan li Farqîn, Gimgim, Silopî, Lîce û Şemzînanê ser gel berdewam dike nobeta aştiyê bigirin. BÎKG'ê di daxuyaniya xwe de bang li hemû jinan kir ku îşev di saet 19.00'an de beşdarî nobeta aştiyê ya li Meydana Galatasarayê bê lidarxistin bibin û wiha got: "Tirkiye dişewite, Silopî dişewite, Farqîn dişewite, Gimgim dişewite, Şemzînan dişewite, Lîce dişewite. Em agahî nagirin. Em nizanin çend mirî û çend birîndar hene. Yên çun Silopî dîtin hemû mal gulebarankirîne, dîwarê hemû malan ji ber guleyan qul qul bîne, yên çun Gimgimê qala cehsedên parçakirî yên li ser rêyan dikirin, yên çun Farqînê qala dikanên esnafan ên ji aliyê polîsan ve hatî şewitandin dikirin, yên çun Şemzînanê dîtin mal tên valakirin. Li Gimgimê cenazê jinek ya di şer de jiyana xwe jidest dayî tazî kirine û avêtine kolanê. Em jin êdî dibêjin bila çek bêdeng bibe û aştî bipeyîve. Em dibêjin bila qetilkirinên sivîl, gerila, leşker û polîsan bidawî bibin.

Li her devera em lêne divê em dengê xwe bilind bikin. Emê bi tewa, zîl, def, tencere, darboqa û deholan bigirin destê xwe û li hember şer deng derxînin. Emê li hember qetilkirina jin, zarok û ciwanan biqêrin. Emê di aştiyê de îsrar bikin."

(zt)