Li Edeneyê serdegirtinên malan gelek zarok girtin binçavan
10:23
JINHA
EDENE - Li Taxa Kuçuk Dikili ya navçeya Seyhanê polîsan ser malan de girtin û gelek zarok girtin binçavan.
Di saetên serê sibê de li gelek taxên navçeya Seyhana Edeneyê polîsan ser malan de girtin, di dema serdegirtinê de helîkopter jî li hewa digeriya. Di operasonê de gelek zarokên temenê wan di navbera 15 û 17 saliyê de girtin binçavan. Yek ji taxên gelek kes girtin binçavan Taxa Kuçuk Dikili bû, li wê jinan li hember operasonan nerazîbûn şînan dan. Dayîka zarokên 17 salî hatî binçavkirin Hacî Elçi Menine Elçi diyar kir ku di saetên serê sibê de polîsan derê mala wan şikandiye ketine hindirê malê û got: "Ev nêzîkatiyek çawaye, dixwazin çî bikin. Ti gunehê zarokên me nîne. Serê sibê bi dengê helîkopetê em şiyar bûn. Dema ku polîs ketin hindir zarokên minên di xewê de girtin binçavan. Mala min ji hev berlav kirin."
(zt)