Keça Helepçeyi ya winda piştî 27 salan gihişt malbata xwe ya rastî
12:17
JINHA
HALEPÇE - Berî niha 27 salan di qirkirina Helepçe de Meryem Barutçi malbata xwe winda kiribû, piştî salan nû malbata xwe ya rastî dît. Meryem a ku dema gihişt malbata xwe nekarî ser rondikên çavên xwe serweriyê bike û got: "Ez gelek kêfxweşim, hêvîdarim hemû zarokên Helepçe yên di rewşa min de bigihin malbatên xwe."
Dema ku di qirkirina Helepçe de ji bo tedawiyê Meryem Burtçi dibin Îranê malbatek wê digirin ba xwe û weke zaroka xwe mezin dikin. Dema ku Meryem dikeve ferqa rastiyan de, li peyî şopa malbata xwe dikeve û tê Helepçe. Meryem ya ku li benda encamên testanbû, duh dema ku encam derket gihişt malbata xwe. Li gorî testên DNA yê ji sedî 99.69 ew keçak Gelas û Eskender e. Navê wê yê rastî jî Hewnaz Eskender e.
Duh li ber Bîrdariya Helepçeyê torenek hat amadekirin. Di torenê de Wezîrê mexdurên qirkirina Helepçe û şehîdên Enfalê Mahmut Haci jî di navê de bi sedan welatî amadebûn. Di torenê de Meryem gihişt malbata xwe ya rastî. Di torenê de kêliyên hestiyar hatin jiyîn, Meryem nekarî serweriyê li ser rondikên çavê xwe bike û got: "Ez gelek kêfxweşim, hêvîdarim hemû zarokên Helepçe yên di rewşa min de bigihin malbatên xwe."
(zt)