Evîndar Ararat: Li hember îmha û îskencê gel parastina cewherî dixwaze
13:01
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîndar Ararat li Kurdistanê polîtîkaya şer, li hember êrîşên tên kirin parastina cewherî û rêveberiya cewherî pêşdebirin nirxandin kir. Evîndar diyar kir ku li hember pergala îskence û îmhayê gel bi parastina xwe ya cehwerî xwe rêvedibin.
Endama Konseya Rêveberiya KCK'ê Evîndar Ararat da zanîn ku AKP'ê bi polîtîkayên xwe yên dîktatoryal re timî hikûmeteke navendî ferz kiriye û got, "Gel li dijî vê îsyan kir, got, 'ez êdî naxwazim ji aliyê hikûmeteke navendî ve bêm birêvebirin' û destnîşan kir ku ew naxwaze biryar ji aliyê Enqereyê ve bên girtin. Gel ragihand ku ew polîsên îşkencekar û Walî û Qeymeqamên zerarê didin can û malê gel ên ji aliyê Enqereyê ve tên wezîfedarkirin naxwaze. Gel sîstemeke xwe vebêje û bi rêve bibe, danî holê."
Evîndar bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên li hemberî vê dimeşîne û axaftina xwe wiha dewam kir: "Erdogan timî behsa vîna gel dike, dibêje ku hurmetê nîşanî vîna gel dide. Lê belê tevî ku gel sîstema serokatiyê red kir jî, hewl dide sîstema serokatiyê bi cih bîne. Gel dibêje; madem tu destûra bingehîn serûbin dike, tu gel tine dihesibîne, hingî ez ê jî vîna xwe deynim holê, tu jî dest lê wernede! Li gel polîtîkayên hikûmeta AKP'ê û Erdogan, hikûmeteke gav bi gav ber bi otorîtebûyîn û dîktatoriyê ve diçe, heye. Êşa vê yekê jî gelê Kurd dikişîne. Walî, qeymeqam, midurê emniyetê, fermandarê jendermeyan û karmendên dewletê, vê êşê bi gelê Kurd didin kişandin. Gelê Kurd bi hilbijartinên 7'ê Hezîranê re vîna xwe danî holê û destnîşan kir ku ew dixwaze xwe bi xwe bi rêve bibe." Evîndar da xuyakirin ku gelê Kurdistanê niha ji vê sîstemê re pêşengiyê dike, lê belê pêwîstiyeke mezin a gelên Tirkiyeyê jî bi vê heye.
Evîndar bibîr xist ku di hilbijartinên herêmî de zêdeyî 100 şaredarî ketin destê gelê Kurd û got, "Lê belê dewlet, weke ku dixwaze teza 'Kurdistan mêtîngeh e' piştrast bike, di pratîkê de van şaredariyan qebûl nake. Li hemberî zextan gel xwe diparêze. Girîng e xwerêveberî baş were rûniştandin, rêxistinbûyîn û sazîbûyîna bersivê dide teavhiya pêwîstên jiyanî yên gel, bê avakirin. Divê ti pêwendiyeke gel bi saziyên dewletê re nemîne. Bi meclîsên gel ên li her gund, tax û bajarokan re divê pirsgirêkên aborî, hiqûqî, ewlekarî û civakî yên gelê me bên çareserkirin. Ne dewlet, divê gelê me bi meclîsên xwe re karibe pirsgirêkên xwe çareser bike."
Evîndar anî ziman ku berê walî û qeymeqam otorîteya sivîl bûn, lê belê bi qanûnên nû re walî û qeymeqam êdî weke berpirsyarên daîreya şerê taybet in û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Walî, operasyonên leşkerî, serdegirtinên malan û kuştinên kiryar nediyar erê dike. Di xwerêveberiyê de gel walî û qeymeqam bi xwe hildibijêre û ev yek jî dikeve min xizmeta gel. Meclîsên bajêr, ji pirsgirêkên jiyana rojane heta pirsgirêkên herî mezin xwe weke berpirsyarê çareseriya hemû pirsgirêkan dibînin. Bi avakirina komîsyonên aborî, eko-aborî û aboriya komunal re ji gel re derfetên kar tên afirandin. Komîsyona tenduristiyê ekîbên tenduristiyê yên dilxwaz ava dike. Komîsyona ewlekariyê, ji ewlekariya gel a li her qadê berpirsyar e û li dijî her şêwe êrîşên li hemberî ewlekariyê, bi pîvana xweparastinê bersivê dide."
Evîndar anî ziman ku îlanên xwerêveberiyan ên niha destpêkek û bi qadeke deng bi sînor in û got, "Eger ev yek li qadeke berfireh belav nebe û nebe xwedî vîn, rîska êrîşê ya dewletê wê zêde be. Divê tax û kolana meclîsa xwe ava kir, karibe xwe biparêze. Lê belê taxa li kêlekê eger ev nekiribe, wê bibe hedef. Lewma divê li tevahiya Kurdistanê meclîs, komun û komîsyonên wan ên hêmanên bingehîn ên xweseriya demokratîk in, tevî lingê xweparastinê bên birêxistinkirin û bi lez û bez l ihemû kolan, tax, navçe û bajaran bên birêxistinkirin. Ev rêxistinbûyîn girîng e ji jêrê ber bi jorê ve be. Ji bo parastina vê jî xweparastin gelekî girîng e. Weke ku tê zanîn, êrîşên dewletê beriya ragihandina xwerêveberiyan destpê kiribûn."
Evîndar bal kişand ser bi dehan miriyên polîs û leşkerên artêşa Tirk ên di êrîş û çalakiyan de û anî ziman ku hikûmet ji ber ji nerazîbûna gel ditirse vê aşkera nake û got, "Ji ber ku gel bi awayekî vekirî ji hikûmetê re dibêje ew êdî naxwaze cenazeyan bibîne. Hikûmet êdî di merasîmên cenazeyên leşkeran de rastî lîncê tê, gel helwesta xwe nîşan dide. Bila gelê Kurdistanê, derdorên demokratîk ên Tirkiyeyî zarokên xwe neşînin leşkeriyê û mafê reda wijdanî bi kar bînin. Bila gelê Kurdistanê bêje; tu zarokê min li dijî min bi kar tîne, zarokê min diçe zarokê din dikuje. Tu Kurdan bi Kurdan didê qetilkirin. Ev şer ne şerê min e û ez ê zarokên xwe neşînim vî şerî. Divê gelê me pêwendiya xwe bi dadgeh, dibistanên dewletê re qut bike. Divê têkiliya xwe bi hemû mekanîzmayên dewletê qut bike, sîstema xwe bi rêxistin bike. Dibe ku gelê me heta sîstema xwe bi rêxistin bike û bide rûniştandin wê hinekî zehmetiyan bikişîne. Lê belê, em neçarin vê bidin ber çavê xwe. Di rewşeke berevajî de em tên qetilkirin. Rojane înfaz hene, îşkence li cenazeyên gerîla tê kirin. Ciwan, gerîla tên qetilkirin û diavêjin pêş faşîstan. Îşkence tê kirin, cenaze tên parçekirin."
Evîndar Ararat da xuyakirin ku gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ya Kurd, bi salane bi pêşengiya jinan dimeşe û got, "Jin di vê mijarê de xwedî tecrûbe û daneheviyên girîng in. Em dibînin ku van tecrûbeyên xwe, bi cihgirtina di nava meclîsan de parve dikin. Di rêveberiyên herêmî, li parlamentê û di temsîla wekîlan de di asteke cidî de temsîliyeta jinan derket holê. Eger em ê xweseriya demokratîk birêxistin bikin, pêwîste di meclîs, komîsyon û yekîneyên xweparastinê de jin roleke bêhtir çalak bilîze."
Evîndar anî ziman ku divê jinên ciwan ne tenê di nava xweparastinê de, di birêxistinkirina meclîsan de weke heza pêşeng û dînamîk a civakê enerjiya xwe aktîf bikin, di komîsyonan de cih bigirin, bi pirsgirêkên gel re mijûl bibin û jê re pêşengiyê bikin. Evîndar destnîşan kir ku divê herî zêde di xweparastinê de jinên ciwan pêşengiyê bikin.
Evîndar da xuyakirin ku xweseriya demokratîk modeleke çareseriyê ji bo tevahiya gelên Rojhilata navîn e û got, "Niha li Kurdistanê destpê kir, lê ji bo gelên Tirkiyeyê jî modeleke çareseriyê ye. Dewleta Tirk, AKP bi polîs, jenderme û tîmên xwe yên taybet re li hemberî gelê Kurdistanê hovîtiyê dikin. Ev kiryarên faşîzan ên AKP'ê yên li hemberî gelê Kurdistanê, li Tirkiyeyê jî der bû, der dibe. Lewma divê gelên Tirkiyeyê jî li dijî van kiryarên faşîst bisekinin. Li dijî yên erdnîgariya Kurdistanê talan dikin, xwezayê qetil dikin, bang li hawirdoparêzan, ekolojîstan dikim ku bikevin nava tevgerê. ji bo gelê Kurd û jinan sîstema xwerêveberiyê sîstemeke şeklî nîne, li gorî ruhê wan e. Çawa ku xwe li jiyanê digirin, divê bi heman rengî xwe li mekanîzmaya xwerêveberiyê bigirin. Girîng e her kes weke yekîneyeke xweparastinê tevbigere. Li bajar, gund û bajarokan her kes, bi taybetî jî ciwan divê di nava yekîneyên xweparastinê de cih bigirin û xwe biparêzin. Li hemberî van êrîşan gelê Kurdistanê vîna xwe nîşan daye, îspat kiriye. Divê ev yek were gotin; bi tenê xweparastin, xwerêveberî têrê nake. Divê gelê Tirkiyeyî û Kurdistanî jî bi çalakiyên xwe, bi serhildanên xwe xwedî li vê derkevin. Divê bêjin em xwerêveberiyê nas dikin, destek dikin û li dijî hovîtiyê derdikevin."
(zt)