Jinên Nisêbînê li dijî êrîşan banga parastina cewherî kirin
13:02
JINHA
MÊRDÎN - Jinên Nisêbînê bertek nîşanî hovîtiya ku li ser gerîllaya YJA Starê Kewser Eltûrk (Ekîn Wan) pêk hatî dan û gotin: "Em wek jinên Kurd em ê destûrê nedin ku dagirker vîna me tune bihesibîne."
Jinên Nisêbînê piştî ku li navçeya Gimgimê a Mûşê gerîllaya YJA Starê Kewser Eltûrk (Ekîn Wan) bi îşkence û pêkanînên dervî mirovahî hat qetil kirin bertek nîşan dan. Ji jinan Berrîn Aslan da zanîn ku li Gimgimê qetilamên dijî Kurdan ev ne cara yekê ye û bi bîr anî ku di salên 90'an de di şexsê jinên Kurd de polîtîkayên qirkirinê li dijî gelê Kurd dane meşandin. Berren destnîşan kir ku kiryarên li hember Ekîn Wan hatî kirin dê wek lekeyek reş li ser dîroka mirovahiyê bimîne û got, "Em wek jinên Kurd emê destûrê nedin ku dagirker vîna me tune bihesibîne."
'Cîhan li dijî kiryarên ser Ekîn Wan bêdenge'
Berrîn da zanîn ku jina Kurd ev 40 salin pêşengiya têkoşîna azadiya Kurdan dike û wiha domkir, "Li her çar aliyê Kurdistanê êrîşên ku li dijî vîna jina Kurd pêk tê wê tu caran negîne armancê xwe. Wê bi sernekevin; ji ber ku heya roja îro me gelek berdêl dane." Berrîn her wiha bertek li dijî bê dengbûna cîhanê a li hember Ekîn Wan nîşan da û got dema mijar dibe mijara têkoşîna azadiya gelê Kurd hemû cîhan bêdeng dibe. Di heman demê de Berrîn bi lêvkir ku ji bo têkoşîna azadiyê bighêje armancê xwe pêwîstî bi parastina cewherî a topyekûn û têkoşînek bi hêz heye.
'Dewlet rola sê maymûnan dileyze'
Ayşe Gûnel jî anî ziman, kesên ku vê kiryarê hovane ya dervî mirovahî pêk aniye mirov nikare bêje ku "Ew mirove". Ayşe diyar kir ku, ew raste rast bi terorê dewletê re rû bi rû mane. Ayşe got ew her bêhnek, her deqeyek bi gumanê ku wê li her der şer biqewime dijîn. Ayşe wiha pêde çû, "Wek gelê Gimgimê em jî ji vî şerî bandor dibin. Kesê ku dibêje ez mirovim divê vê kiryarê hovene nepejrîne. Çawan mirov ewqas hovdibe û bi hestên nefretê tevdigere. Li ber cenazeyê jinek hatî tazîkirin dîmen dikşînin û li medyayê diweşînin, ev ne rewşeke ku mirov bipejrîne. Dewlet li hember bûyerên ku tên jiyan kirin rolê sê meymûnane dileyze ev yek jî helwestek dervî mirovahiyê ye. Dexwaza me xwîn neyê rijandin, ne tenê ji bo derûniya zarokan di şer de xirab nebe, bi temamî em dixwazin aştî pêk were. Ez hêvî dikim ku di demek nêz de aştî bê vî welatî û têkoşîna azadiya Kurdan bi ser bikeve."
'Êdî divê jin parastina xwe a cewherî pêşbixin'
Meryem Îbrahîmoglu jî kiryarên hovene ya li hember Ekîn Wan pêk hatî şermezar kir. Meryem wiha got, "Hişmendiya ku derbeya 12'ê Îlonê li girtîgehên Amedê îşkence li hevalên me kirine û kiryarên li hember jinên Şengal û qetilama ku li Gimgimê hatî kirin heman zihniyete. Ev yek jî nîşaneya ku ferqa AKP'ê û DAIŞ'ê ji hev tune ye. Ji xwîn û qetiliaman têr nabin, dixwazin li ser bedena jina Kurd, jina têkoşînavan cezabikin. Êdî tu tişt wê me ji têkoşîna me paşve gav nede avêtin. Êdî divê jin parastina xwe a cewherî pêşbixin. Li hemberê vê zihniyetê xwe bi rêxistin bikin û bibin yek deng. Ji bo ku pêşî li van hovîtiyê bê girtin pêwîstî bi têkoşînek bi hêz heye."
(rc)