Wêneyek din ê îskenceya li cenazeyan kirî!
13:41
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Leşkerên tirk piştî pêkanînên dermirovahî li ser cenazeyê gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) meşandin, vê carê li Qersê wêneyê cenazeyê 3 gerîlayên HPG'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dan tazî kirin û leşkerek lingê xwe avêt ser bedena gerîla derket holê.
AKP bi destpêkirina şerê topyekun a li hemberî gelê kurd agahiyên mirinan tê. Her roj pêkanînên dermirovahî yên leşkerên tirk li ser cenazeyên gerîla û sivîlan zêde dibe. Piştî pêkanîna dermirovaî li ser cenazeyê gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) meşandin û wêneyên vê hovîtiyê li ser tora civakê belavkirin, vê carê wêneyê pêkanîna dermirovahî li Qersê derket holê. Roja 16'ê tebaxê di navbera gerîlyanên HPG'ê û leşkeran de şer derket û di encama vî şerî de gelek leşker hatin kuştin û 3 gerîla jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku nasnameyên her sê gerîla aşkera bûn wêneyên dermirovahî yên li ser cenazeyên wan hat meşandin derket holê. Di wêneyê de cilên her sê gerîla li ser wan hatibû derxistin û wan li kêleka hev rêz kirine. Leşkerên ku cenazeyan anîne kêleka hev, wekî salên 90'î leşkerek lingê xwe avêtiye ser cenazeyê gerîlayekî û bi vî awayî poz daye.
Tê payîn ku ev wêneyê li ser tora civakî hatiye parvekirin piştî şer di seatên serê sibê de hatiye kişandin.
(zt)