Li Stenbolê cenazê jinekê parçakirî di nava çopê de hat dîtin

13:48

JINHA

STENBOL - Li Şile yê di dema çop valakirinê de li qada çopê cenazeyê jinekê parçakirî hat dîtin. Jina hatî qetilkirin tê texmînkirin temenê wê dinavbera 18-35'an dene.

Xebatkarên şaredariyê li qada çopê ya Taxa Karakiraz a navçeya Şile ya Stenbolê cenazeyek parçekirî dîtin. Xebatkarên şaredariyê rewş ji ekîba leşkeran re vegotin. Dema ku ekîp hatin cihê bûyerê diyar kirin ku cenazê parçebûyî yê jinekê ye.

Serî, ling, organên hindir ên cenaze hatin dîtin. Hat zanîn temenê jina hatî parçekirin dinavbera 18-35 saliyê dene. Ji bo lêkolînkirinê parçeyên cenaze şandin Saziya Tiba Edlî.

Girêdayî bûyerê lêkolîn berdewam dikin.

(zt)