Di teqîna li Qamişloyê pêkhat de 10 kesan jiyana xwe jidest dan
13:59
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrîşa bombeyî ya li bajarê Qamişlo de endamekî asayîşê, zarokek û 8 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 56 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya ANHA'yê, êrîş îro saet derdora 09.20’an de li taxa Enteriyê li pêşiya avahiya Asayîşê ya Qamişlo pêk hat. Li gorî şahidan kamyoneke bombebarkirî li kolana di navbera avahiya asayîşê û herêma sînaa de hate teqandin. Hate gotin ku tirimpêla hatiye teqandin, kamyoneke bi rengê sor e û piştî bombe lê hatibû bicîhkirin, tije ser xîz (kum) kirine. Ji ber ku cihê teqînê nêzî kargeh û herêma sînaa ye û teqîn jî di saetên kar de pêk hat, welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Her wiha gelek kargehên li herêma Sînaa, ziyan dîtin. Di encama teqînê de endamekî asayîşê, zarokek û 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî agahiyên Cîgira Serokê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê Meha Omo daye di teqînê de 56 welatî jî birîndar bûn. Welatiyên birîndar rakirin nexweşxaneyên Rehmê, Kelîmê, Wetenî, Nafiz û Nur ên li bajar.
Ji birîndaran ên ku navên wan hatine fêrbûn wiha ne:
Nexweşxaneya Nafiz: Ehmed Koca (10), Xelil Mihemed (45), Faiza Elî (35), Mihemed Mihemed (13)
Nexweşxaneya Kelîmê : Îmad Tevfik Îbrahîm (35), Celal Mihemed (12) Ednan Emîn (30)
Nexweşxaneya Rehmê: Ebbas Receb, Omer Awad, Îdal Guhdar, Ebdurehman Elî, Hebîb Şerro, Hozan Hisên, Binbaşi Gandi, Rêwan Loqman, Hemîda Şikrî, Mihemed Zehra, Omer Haci Elî, Mihemed Îbrahîm.
(zt)