Ji ber 'ewlehiya tayîbet' mala gel nayê vekirin

14:50

JINHA

MÊRDÎN – Li Mêrdînê welatî nikarin bikevin "herêma qedexe" hatî îlan kirin û xebatên şaredariyê jî li wê nîvî mane. Li Nisêbînê jî mala gel ya ku dihat çêkirin nîvî maye.

Ji aliyê Walîtiya Mêrdînê ve gelek deverên Nisêbîn, Qoser û Şemrexê ji ber weke "herêmên qedexe" hatin îlan kirin, sivîl nikarin têkevinê. Sekreterê Giştiyê Şaredariya Bajarê Mezinê Mêrdînê Ahmet Zirek diyar kir ku ji ber sedemên şer xebatên şaredariyê tên asteng kirin û wiha got: "Duh dema ku li gundê Marînê yê Nisêbînê mala gel dihat avakirin wesayîta me ji bo pêdiviyan diçu gund ji aliyê qereqolê ve hat asteng kirin û paşde vegeran din. Ji xwe xebatên me yên di nava herêmên qedexe de mayî, di nîvî de man. Mala gel a li gund tê çêkirin, bi tu awayî nakeve nava herêmên qedexe, li gel wê jî xebatên me tên asteng kirin. Di vê rewşê de welatiyên me jî mexdur dibin. Gelek xebatên me yên çêkirina rêyan jî di nîvî de mane, li gel rewşa tê dîtin xebatên me tên asteng kirin."

(zt)