Serhat Bînenê li Farqînê hat qetilkirin ji aliyê bihezaran ve hat oxir kirin
15:01
JINHA
AMED - Cenazeyê Serhat Bînen ê duh ji aliyê leşker û polîsan ve hate qetilkirin li gundê Şefkatê hate definkirin. Bavê Serhat Bînen, Vedat Bînen di marîsê de axivî û got ku kurê wî beriya jiyana xwe ji dest bide gotina "Heta xwîna min neyê rijandin ez vê axê naterikînim" bi kar aniye û ew bi kurê xwe serbilind e.
Cenazeyê Serhat Bînen (25) ê li navçeya Farqîna Amedê di encama gulebarana leşker û polîsan a li dijî gel pêk hat de jiyana xwe ji dest da ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê piştî karên otopsiyê hate wergirtin û ew birin gundê Şefkatê û li vir hate definkirin. Cenazeyê Serhat li gund ji aliyê hezaran welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Li wê cenaze bi meşê û bi dirûşmên "Şehîd namirin" anîn goristana gund. Cenaze li goristana gund bi duayan hate definkirin.
Dayuka Serhat Bînen, Maşallah Bînen piştî ku cenaze hate definkirin axivî û ji bo gelê kurd ser saxî xwest û wiha got: "Şehîdê min, şehîdê gel e. Serhat namire, şehîd bêmirin in. Bijî berxwedana Farqînê."
'Heta xwîna min nerije ez ji vê axê dernekevim'
Bavê Serhat Vedat Bînen jî ev tişt anî ziman: "Tiştên ku Îsraîlê bi Filistinê kir, wan jî li Farqînê kirin. Tu farqa wan ji DAIŞ'ê tuneye. Em dixwazin êdî mirina Serhatan bila dawî be. Me dixwest zarokên me bi pênûs, lênûs û çandê mezin bibin. Lê çi heyf e di vê cofrafyayê de ne pêkan e. Xwîna me vedixwin, malên me dişewitînin lê hê jî têr nabin." Vedat got ku kurê wî beriya bê qetilkirin jê re gotina "Heta xwîna min nerije ez ji vê axê dernekevim" bi kar aniye. Vedat bilêv kir ku ew bi kurê xwe serbilind e û dê her tim jî serbilind bin û ev tişt anî ziman: "Jibilî kurdan dostên kurdan tuneye. Em ne dijminê tirkan, ne yên ereban ne jî yên farsan e. Em tenê biratiya gelan dixwazin. Canê me biçe jî em dîsa jî dibêjin biratî."
Piştî axaftinan merasîma li goristanê bi dawî bû, girse derbasî konê sersaxiyê bûn.
(zt)