Bîlançoya Farqîna vegeriyayî xerabeyan girane!

15:34

JINHA

AMED - Piştî Walîtiya Amedê li Farqînê biryara qedexekirina kolanan da polîs, leşker û tîmên taybet ji navçeyê re hatin sewqkirin û navçe vegêrandin qada şer. Li navçeya Ferqînê duh dengê çekan, dengê bombeyan û agir bilind bû û di encama êrîşa polîs, leşker û tîmên taybet de 3 kesan jiyana xwe ji dest da, 6 kes birîndar bûn, 10 mal, 15 kargeh û 15 wesayît hatin şewitandin.

Li navçeya Farqînê ya Amedê duh bi êrîşa leşker û poîlsan vegeriya xirabeyê. Welatiyên li navçeyê rêveberiya xwe ya cewherî îlan kirin li hemberî êrîşa polîs û leşkeran bi xendek û barîkatên bi armanca parastina cewherî taxên xwe parastin. Lê tîmên taybet, leşker û polîsan êrîş li welatiyan kir. Tîmên taybet ên ku dixwazin li navçeya Ferqînê komkujiyekî mezin bikin mal, kargeh û wesayît gulebaran kirin û dan ber agir. Herî zêde êrîş li taxên Tekel, Mescît, Konak û Selahattîn pêk hatin û piştî polîs ji navçeyê paşve hatin kişandin rûyê navçeyê yê hatî hilweşandin derket holê.

Dikan hatin rewşa neyên xebitandin

Li Kolana Sîlvanê ya li taxa Mescîtê polîsan dikana ayîdî welatiyekî ya manîfaturayê dan ber agir, li ser heman kolanê market û dikanekî solan jî ji aliyê tîmên taybet ve hatin gulebarankirin û taxrîp kirin. Paçeyên hemû malên li ser kolana Sîlvanê hatin şikandin û malekî du qat di encama gulebarana tîmên taybet de şewitî. Tîmên taybet 5 malên din gulebaran kirin û zirarekî mezin da malan. Dîsa dikanekî bukaniyê ya li ser kolanê camên wê hatin şikandin û dîwarên kuaforekî jinan hatin gulebarankirin û kepenkên wê hatin texrîpkirin. Bi deha wesayîtên li ser Kolana Sîlvanê hatin gulebarankirin û gel wesayît ji ber gulebaranê zirar dîtin. Gelek malên li taxa Mescîtê hatin gulebarankirin û zirar dîtin.

Serhat Bînen ji aliyê sekvanan ve hat înfazkirin

Avahiya Guntekîn a li ser kolana Sîlvanê ya Serhat Bînen lê jiyana xwe ji dest da texrîbatekî gelek mezin heye. Serhat Bînen ê ku li ser çatiya avahiyê ji aliyê sekvanan ve hat înfazkirin. Piştî bûyerê tîmên taybet ketin avahiyê û deriyên hemû malan şikandin. Li taxa Mescîtê jî tîmên taybet bombe avêt mala keyayaê tax. Li kolanên taxa Mescîtê tîmên taybet kamyonetek, 4 wesayît hatin şewitandin û bi wesayîtên zirxî ve hatin texrîpkirin.

Xendek û barîkatên ji aliyê komên parastina cewherî ve ji bo ewlehiya tax hatin kolandin ji aliyê polîsan ve bi dozgeran hatin girtin. Li Qada Azîzoglu ya li taxa Mescîtê zêdehî 10 wesayîtên zirxî bi starana "Ölürüm Türkiyem" bi dengek bilind lêxistin û heqaret li welatiyan kirin.

'Mal gulebaran kirin bombeyên destan avêtin malan'

Li taxa Tekel a ku pevçûn lê dijwar bûn jî texrîbatekî gelek mezin hatiye jiyîn. Li taxa Tekelê camên hemû malan şikandin, 4 mal ji aliyê tîmên taybet ve hatin gulebarankirin û dîsa tîmên taybet bombeya dest avêt mala Fatma û Ramazan Can. Di encama teqîna bombeyê de zirarekî mezin di malê de çêbû. Tîmên taybet şanişînên malên taxa Tekelê gulebaran kirin û gelek klîma perçe kirin. Li taxa Tekelê dikanek û marketek hatin gulebarankirin û zirarekî mezin dîtin.

Wesayît hatin şewitandin

Li taxa Tekelê li cem 4'emîn Ocaxa Tendûrîstiyê 6 wesayîtên ayîdî welatiyan ji aliyê tîmên taybet ve hatin şewitandin û dîsa li tax kepçeyek û 3 wesayît hatin gulebarakirin şewitîn. Welatiyên tax gotin tîmên taybet bi wesayîtên zirxî ketin nava ocaxa tendûrîstiyê û bi sruda "îstîklal marşi" agir bi avahiyê xistin.

3 kesan jiyana xwe ji dest da 6 kes birîndar bûn

Li ser avahiya Gultekîn a li kolana Sîlvanê ya li taxa Mescîtê Serhat Bînen ji tîmên taybet û sekvanan ve hat înfazkirin. Li taxa Tekel jî di encama bombe avêtina mala Ramazan û Fatma Can de welatiya bi navê Hanîfe Durak a 80 salî di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da. Li taxa Yuksek jî welatiyê bi navê Veysî Toraman ê 60 salî di dema bûyeran de di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da. 2 welatiyên li taxa Mescît û Tekel di pevçûnan de birîndar bûn şandin Êlih û Amedê. Li taxa Mescît Handan Altunterun (20) û Ayşe Topdemîr (16) di encama gulebaran sekvanan de birîndar bûn. li taxên Ferîdûn û Konakê jî hin welatî ji bi sivik bîrîndar bûn.

(zt)