Dayîkên Aştiyê bi Waliyê Wanê re hevdîtin kirin

16:10

JINHA

WAN - Li Wanê dayikên ku bi walî Îbrahîm Taşyapan re hevdîtin pêk anîn bi gotina "Bi salan e te dayikên kurd û tir xapand. Niha jî ji bo hirsa xwe ya îxtidarê careke din şer da destpêkirin" bang li Serokomar Erdogan kirin.

Komek ji Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Wanê ji bo bi dawîbûna pevçûnên ku di demên dawî de zêde bûne û pêvajoya çareseriyê jinû ve dest pê bike bi Waliyê Wanê Îbrahîm Taşyapan re hevdîtin pêk anîn. Dayikên ku hatin ber avahiya walîtiyê piştî ku li vir bi deqîqeyan ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin bi Walî Îbrahîm Taşyapan re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtina ji çapemeniyê re girtî pêk hat li ser navê dayikan li ber avahiya walîtiyê Zekiye Kaya axivî û diyar kir ku ji bo pevçûnên di demên dawî de diqewimin bi dawî bibin bi walîde hevdîtin pêk anîne û daxwazên xwe anîne ziman. Zekiye got ku walî ji wan re gotiye ew bixwe jî aştiyê dixwazin lê tiştek ji destên wan nayê û wiha axivî "Em aştiyê dixwazin. Em dixwazin êdî cenaze neyên malên me. Em bang li serokomar dikin bi salan te dayikên kurd û tirk xapand. Niha jî ji bo hirsa xwe ya îxtidarê careke din şer da destpêkirin. Êdî en naxwezin dayikên kurd û tirk bigirîn."

(zt)