'Dixwazin herêmê veguherînin qada ku mirov nekaribe lê bijî'
16:34
JINHA
AMED - Komîsyona Ekolojiyê a KCD'ê û Tevgera Ekolojîk ya Mezopotamya yê, encamê lêkolînên xwe a di derbarê şewata Kurdistanê de bi raya giştîre parve kirin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku di çerçoveya konsepta şer de dixwazin herêmê veguherînin qada ku mirov nekaribe lê bijî û wiha bang li parazvanên xweza û jiyanê kirin, "Em bi hevre li dijî şewatên Kurdistanê têbikoşin" kirin.
Komîsyona Ekolojîyê a KCD'ê û Tevgera Ekolojîk ya Mezopotamya yê, derbarê şewata daristanan a li herêmên Dêrsim, Şirnex û Amed a ku di 16 û 18'ê Tebaxê de pêk hatî encamê lêkolîna xwe bi raya giştî re parvekirin. Daxuyaniya ku li ber avahiya KCD'ê hat dayîn de panqarta "Bi mirovê ku li dijî xwezayê şer dike re aştî nabe" hatibû daliqandin. Berdevkê Meclîsa Ekolojîk a Amedê Gûltekîn Aydenîz di vekirinê de axifî. Gûltekîn diyar kir ku ew ji welatiyên gund agahî standine ku leşkeran Lîcê dane ber agir û wiha got, "Bi talankirina xwezayê re, dixwazin herêmê veguherînin qada ku mirov nekaribin lê bijîn. Ne tenê mirov, tevî xwezayê dixwazin hafîze û çandê gelê Kurd ji holê rakin ev qenata me ye."
'Li Dêrsimê mirov gelek bi gumanin'
Endamê Komeleya Ermeniyên Mezopotamya yê Mehmet Toprak derbarê lêkolînên xwe ya li Dêrsimê parvekir. Mehmet anî ziman ku daristanên Dêrsimê ji aliyê leşkerên qaraqolê ve hatî şewitandin û wiha got, "Di serî de guleyên bi agir avêtine daristanan û şewat despêkiriye. Mirovên ku li Dêrsimê dijîn gelek bi gumanin. Ev mirov ne wek salên 1990'an e, berxwedaniyek tê kirin. Li gorî ku ji mere hat gotin ji helîkopteran tirtilên ku davên xwazeyê ziyanek mezin dide. Li aliyê din malbetek li dijî van êrîşan ketiye girevê. Me wan jî ziyaret kir. Malbat bi aweyek eşkere got armanca wan a girevê aştiye. Ev malbat bu sembola berxwedanê."
'Dayika 102 salî di gireva birçîbûnê de ye'
Mehmet her wiha diyar kir ku, di lêkolîna ku li daristan û zozanên Dêrsimê de kirine dîtine jin li herderê berxwedaye û heman demê de anî ziman ku muxtar hinek belge îmze kirine lê nizanin ew belge çine. Mehmet destnîşan kir ku "Herêmên mayînkirî zêde ne" û got ku pirsgirêkên herî sereke herêmên mayînkirîne. Mehmet diyar kir ku, li herêmê 60 qaraqol hene û bi temamî dora van qaraqolan şewitandine. Mehmet di dawî de diyar kir ku pîra 102 salî li Yayladerê yê li dijî şewatê daristanan bi armanca protestoyê gireva birçîbûnê daye despêkirin.
'Baxên tirî ya Sûryaniyan hemû şewitî'
Ji parazerên Tevgera Ekolojîk û Hewirdor (ÇEHAV) Denîz Gedîk nêrînê xwe di derbarê herêma Şirnexê de parvekir. Denîz diyar kir ku ew di koma ku ji Nisêbînê heya ber bi Dihê bi rêketin de cihê xwe girtiye û anî ziman ku ew herêmên ku çûnê tu şopê zindiyan lê nedîtine. Denîz bi lêvkir ku welatî gotine ji helîkoperan madeyên kîmyawî avêtine û wiha got, "Di heman herêman de gelek gundên Sûryaniyan hatine şewitandin. Sûryaniyên ku di mehên havînê de tên malên xwe ya gund û bi baxçeyên xwe re mijûl dibûn, êdî hemû şewitîn."
'Ji bo ku gund veneguhere qadê jiyanê mijûl dibin'
Denîz got ku, "Ew şer ji nêzve dîtine" û ji ber rewşê ewlehiyê destûr nehat dayîn ku biçin gelek gundan lê belê ew agahî ji welatiyan girtine û wiha domkir, "Gundên ku berê hatibûn valakirin û şewitandin cardin daristan û wan gundan şewitandine. Dixwazin bi temamî mirovan ji wir valabikin û herêmê veguherînin qada ku mirov nekaribin lê bijîn." Denîz nêrînê xwe ji bo Cûdî jî anî ziman û got, "Li vê herêmê santrallên termîkê hene. Ev yek ne tenê tê wateya konsepta şer heman demê de bi polîtîkayên enerjiyê ve jî girêdaye. Di encamê de gelek gund hatine vala kirin, ji bo ku gund veneguhere qadê jiyanê mijûl dibin. Gel hertim rastî tundiyê tên. Li van herêman wisan biçe piştî 10 salan wê qadê jiyanê lê nemîne. Bi van şewatan dixwazin hefize û çandê gelê Kurd ji holê rakin.
Denîz da zanîn ku ew ê di warê zagonî de şopdarê van buyeran bibin û vê pirsgirêkê ji raya giştî re parve bikin.
Ekolojîstan rapora ku derbarê lêkolîna ku kirine de wê rojên pêşde bi aweyek nivîskî bi raya giştî re parve bikin.
(rc)