'Şideta dewletê ya mêrane nikare jinan ji berxwedanê biqetîne'
16:49
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Enqere, Amed û Sêrtê ji bo teşhîrkirina dîmenên cenazeyê şervanê YJA Starê Kevser Elturk a îşkencekirî şermezar bikin jinan çalakî li dar xistin. Endamên Platforma Jinê ya Enqerê di çalakiyê de ev tişt anîn ziman: "Dewlet bi tazîkirina Ekin Elturk feraseta xwe ya zilam a tecawizkar careke din nîşan da."
ENQERE
Endamên Platforma Jinê ya Enqereyê ku nêzî 30 rêxistinên jinan pêk tê ji bo teşhîrkirina cenazeyê îşkencekirî ya şervana YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) a li Gimgimê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, şermezar bikin li cadeya Yukselê daxuyanî dan. Jinan nerazîbûna xwe bi pankarta "Dewlet dema xwi ji bo îşkenceyê tazî dike jin berxwedanê li xwe dikin" anî ziman. Jinan di çalakiyê de dowîzên li ser wêneyên Serokomar Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Ahmet DAvutoglu, Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî heye û nivîsa "Ji mirina berpirsyar in" "Sîlopî, Gimgim, Farqîn. Dewlet li pey qatlîamê ye" hilgirtin û dirûşma" Qatil dewlet ji Kurdistanê bicihnime" berz kirin.
Endama Platformê Pelîn Kalkan li ser navê jinan axivî û nirxandina "Tirkiye dişewite, Farqîn dişewite. Gimgim dişewite. Şemzînan dişewite" kir û got ku AKP bi xwîn, qatlîam, nijadperestî û dijminatiya li dijî jinan dixwaze îxtidara xwe misoger bike. Pelîn bilêv kir ku êrîşa li dijî Elturk li hemberî hemû jinan hatiye kirin ew di vê zanebûnê de ne, ji ber vê yekê jinan berxwedan li xwe pêçane û ev tişt got: "Dewlet dema ku Ekînê tazî dike, jinûve feraseta xwe ya zilam a desthilatdar nîşan daye, dijminatiya xwe ya li dijî jinan, sucdariya xwe ya li dijî mirovahiyê careke din raxistiye ber çavan. Lê êrîşên wen negîştiye armanca xwe." Pelîn da zanîn ku AKP çiqas mecbûrî şer be jin jî ewqas mecbur in li dijî şer, paşverûtî, nijadperestî û desthilatdariya zilam li ber xwe bidin. Kalkan herî dawî got ku ew ê her biçin zêde bibin û têkoşîna xwe xurtir bikin.
Piştî axaftinan jinan ji bo aştiyê deng derxistin û çalakî bi dawî kirin.
SÊRT
Tiştên ku bi cenazeyan dikin li dijî exlaqê şer e!
Li Sêrtê jî hevparên KJA'yê ji bo şermezarkirina pêkanîna ne mirovî ya li dijî cenazeyê Ekîn Wan daxuyanî dan.Jinan di çalakiyê de pankarta "KEvser Elturk (Ekîn Wan) rûmeta me ye" vekirin. Li ser navê KJA'yê Şehnaz Taniş axivî û diyar kir ku çanda tecawîzê ya dewletê careke din li Gimgimê xwe daye der. Şehnaz got ku îşkenceyên ku li dijî cenazeyan tê kirin ji aliyê Dadgeha Cezaya Navneteweyî ve wekî suc tê dîtin. Şehnaz destnîşan kir ku îşkence û teşhîra li dijî cenazeyê Ekîn Wan hatiye kirin li dijî hemû jinên kurd û jinên cihanê yên ku bi paradigmaya azadiyê ve derketine rê pêk hatiye û xwest li dijî van pêkanînan lêpirsin bê destpêkirin. Daxuyanî bi dirûşmên "Jin jiyana azadî" bi dawî bû.
AMED
Hevparên KJA'ê yên Çina jî îskenceya li cenazê Kevsr Elturk hatî kirin şermezar kirin. Di navê de Hevşaredara Çinarê Rukiye Eryilmaz, Hevseroka Navçeya HDP'ê Şukran Baran, Hevserokên Navçeya DBP'ê Hayat Akyol û Raşit Bat jî di navê de jin ji ber Şaredariya Çinarê heya Hukimet Qunaxê meşiyan. Di meşê de jinan dovîzên weke "Jin aştiyê dixwazin", "Jin jiyane, serhildan aştiye" û "Li hember dewleta dibe DAIŞ gelê dibe Kobanê" hatin hildan. Di meşê de duruşmên weke "Jin jiyan azadî", "Jin şer naxwazin" û "Bijî aştî" bilind kirin.
'Ruyê rastî yê dewleta bûyî DAIŞ'
Piştî meşê jinan daxuyanî dan. Xebatkara Navenda Jinan Jînwarê Remziye Duran daxuyanî xwend û got: "Ruyê xwe yê hişmendiya mêr-dewlet a DAIŞ'ê ya ser bedena jinê hatî tehşîr kirin û konsepta xwe ya şer nîşan dan." Remziye da zanîn ku îskenca zayendiya ser cenazê Ekin Wan hatî kirin sucê şere û wiha domand: "Ew halê çiqas şerek bêhiş tê meşandin bi tazî derdixe holê. Ew ferameke! Serokomar fermana şerê heya qiyametê berdewam bike daye. Em jin jî dibêjin ji xwe qiyamet rabûye! Ji qetilkirina mirovan, sucê şer kirinê, dibin navê ewlehiya hindir de her roj înfazên nû zêde dikin. Ev piratîk hemû nîşa me dide ku ev şer ne yê gelan yê mêr-dewleta bi hişê DAIŞ'ê tevdigere ye."
Piştî daxuyaniyê jinan xwestin qurdeleya sipî ku sembola aştiyê ye bi avahiyê ve bikin, lê polîsan destur nedan. Jinan qurdela sipî bi dîwarê PTT'ê ve kirin û bi duruşmên weke "Jin jiyane, serhildan aştiye!", Jin jiyan azdî", "Bijî yekîtiye gelan" û "Bijî aşîtî" bilind kirin.
(zt)