Qeymeqamê Tatosê fermana ji derveyî tikî bi ti zimanên din nayê axaftin da

19:19

JINHA

ERZIROM - Di fermana ku ji aliyê Qeymeqamê Tatosê Lutfullah Un ve ji saziyên dewletê re hate şandin ji bilî Tirkî bikaranîna hemû zimanan qedexe kir. Rêxistinên DBP û HDP'ê jî li dijî fermanê nerazîbûn nîşan dan û der barê qeymeqam de gilî kirin.

Qeymeqamê navçeya Tatosa Erziromê Lutfullah Un ji saziyên dewletê re fermanek şand û ji bilî Tirkî bikaranîna hemû zimanan qedexe kir û da xuyand ku yên li dijî vê yekê çavên xwe digirin jî wê bên cezakirin. Fermana ku bi îmzeya elektronîk a dîroka wî 14'ê Tebaxê ye hatiye şandin de wiha tê gotin: "Xebatkarên cemaweriyê li qadên aîdî cemaweriyê heta ku pêwîst nebe ji bilî Tirkî zimanên din neyên bikaranîn, amîrên saziyan di vê mijarê de hesas tevbigerin der barê personelên ku li gorî vê yekê tevnagerin de wê karên qanûnî bên kirin. ji bo vê yekê divê kêmasiyek çênebe."

(zt)