Komara Îslamî ya Îranê herêma tunekirina jinan e

09:45

Şêrîn Hiso / JINHA

WAN - Komara Îslamî ya Îranê bi sîstema xwe ya hundirîn ser tunekirina jinan di nava jiyanê de dixebite. Endama Komeleya Zehmetkêşan ya ku ji ber rêjîma Îranê reviyaye bakurê Kurdistanê Dîlan Mahmûdî diyar kir ku zordariya ser jinan li Îranê pêk tê bi tena serê xwe dibe sedama serhildanekê û wiha got: " Zordariya ku ser jinan li me û li ber çavên me pêk tên, bûn sedem ku ez jî wekî bi sed hezaran jin serî rakim. Piştî vê biryarê jiyana min bi tevahî hat guhertin."

Dîlan Mahmûdî ya 31 salî ji bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Dîlan di salên dawî de dest bi xebatên Komeleya Zehmetkêşan kir. Di nava xebatên jinan de cîh digirt. Ji ber ku Komeleya Zehmetkêşan komeleyek ku li Îranê qedexekirî ye, kar û xebatên xwe bi awayekî veşartî dike. Piştî ku rejîma Îranê bi xebatên Dîlan dihese, Dilan mehkûm dibe. Berî ku Dîlan têkeve dest rejîma Îranê derbasî bakurê Kurdistanê dibe û li kampa Kobanê de bi cîh dibe. Di Kampa Kobanê de nêzî 35 malbat bi cîh dibin. Piraniya malbatên ku li Kampê bicîh dibin ji bajarê Kobanê ne. Di nava malbatên Kobanê de 3 malbatên ku ji rojhilatî Kurdistanê hene.

'Ez ji ber rejîma Îranê koçber bûm'

Dilan anî ziman ku ew ji bo parastina jiyana xwe koçberî bakurê Kurdistanê bûye û wiha axivî: "Ev ê salên dirêje ku rejîma İslamî ya Îranê bi awayekî tund xwe li ser gelê Îranê ferz dike. Rejîm zordariya herî mezin ser Kurdan dike. Dixwazin ku civak û çanda Kurdî biçewisînin. Para jinan ji vê zordariyê para herî mezin e. Min wekî jinek Kurd, xwest ku ez li dijî vê zordariyê têbikoşim. Min bi 10 jinên ji bajarê xwe dest bi xebat û çalakiyên civakî kir. Hemû xebatên me bi awayekî veşartî bû. Piştî ku rejima Îranê bi xebatên me hesiyan, em wekî sûcdar hatin hesibandin. Me zanîbû ku hukmê me dê bidarvekirin be. Lewra ez bi lawkê xwe yê 1 salî û hevserê xwe re derbazî bakurê Kurdistanê bûm. Ez ji ber rejîma Îranê koçber bûm."

'Jin destê xwe bidin hev'

Dilan destnîşan kir ku wan di nava xebatên xwe de perwerdehî didan jinan û wiha rewşa jinan di bajarê xwe de nirxand: " Di her çivakê de jinên ku tên çewisandin hene. Di nava bajarê Sineyê de jî gelek jin hene ku xwe nedîtine. Di nava gelek malbatan de jinên ku neçûne dibistanê hene. Di heman demê de jinên rewşenbîr hene. Dema ku hewl dan hebin ku bikaribin destê van jinan bigihêjîn hev dê rewşa jina di Rojhilat de bê guhertin. Ji ber ku zextên rejîma Îranê ser civaka Kurdî pir heye, zexta civakê jî di heman demê de ser jinan heye. Herî zêde me bala jinan di perwedehiyan de ser van xalan dikşand. Dema pirsgirka serke ji jinan re derkeve holê dê her tişt zelal bibe. Jin jî dê karibin bi seknek xurt mafê azadiya xwe bixwazin. Dema ku jinên Rojhilat giringiya cihê xwe di nava şoreşê de nas bikin, dê şoreşa hêviyê dest pê bike."

'Jinên Kurd cewherê jinbûnê ne'

Dîlan bi lêv kir ku ew piştî ku koçberî bakurê Kurdistanê bû hat bajarê Wanê. Li Wanê di kamapa Kobanê de bi cîh bû û wiha axaftina xwe bi dawî kir: " Ev e 8 mehin ku ez li kampa Kobanê me. Kamp ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve hatiye çêkirin. Koçberiya min bû sedem ku ez jinên Kobanê nas bikim. Lê mixabin min wan di kampê de naskir. Ev jî tê wateya ku dijminên gelê Kurd dixwazin her dem jiyana Kurdan bikin nava aloziyê. Jinên Kobanê bi sekna xwe li hemberî çeteyên DAIŞ'ê ji jinên cîhanê re bûn mînak. Ez ser bilind im ku ez jinek Kurd im. Ji ber ku di jinên Kurd de cewherê jintiyê heye. Ez bi hêvî me ku hemû jinên Rojhilatî jî bigihêjin vê baweriyê û bibin serkêşên azadiya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê"

(şh/ch)