'Em şerm nakin, natirsin, em di şopa Ekin Wan de ne'

10:18

JINHA

MÊRDÎN - Jinên Qoserê diyar kirin ku bi îskencê qetilkirina gerilaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekin Wan) û tehşîr kirina cenazê wê êrîşa li ser hemû jinan e û gotin: "Em şerm nakin, na tirsin, Ekin Wan sembola berxwedana me ye. Em ê di rêya wê de ber bi pêş ve biçin."

Gerilaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekin Wan) a ku di 10'ê Tebaxê de dema di çalakiya rêgirtinê de birîndar bûyî, bi îskencê, qetilkirîn û bi awayek tazî ji bo tehşîrkirinê avêtine kolanê bû dengê hevbeş ê hemû jinan. Jinên Qoserê hişmendiya mêr re gotin 'na' û ev buyera hovane şermezar kirin û wiha gotin: "Em ji miriyên xwe natirsin, em mafdarin, dê şerê me bi we re berdewam bike. Ekin Wan sembola berxwedana me ye."

'Polîtîkayên qirêj nikare tekoşîna me tine bike'

Selma Ozturk diyar kir ku divê jin destê xwe bidin hev û van polîtîkayên qirêj tine bikin û wiha domand: "Em vê hovîtiya ser hevala me Ekin Wan hate kirin napejirînin. Hikumeta AKP'ê hewldide bi van polîtîkayên qirêj têkoşîna jinên Kurd têk bibe. Lê xwe dixapîne. Em Kurd li hember van polîtîkayên qirêj zêdetir bihêz dibin û tekoşînê zêdetir bilind dikin, di vê de gumana kesê nîne."

'AKP partiyek qirêj e'

Selma destnîşan kir ku bila li hember êrîşên qirêjên ser bedena jinê hatî kirin dayîkên gerila, leşker û polîsan dest bidin hev û wiha berdewam kir: "Êrîşên hatine destpêkirin tenê jin dikarin bidin rawestandin. Em ji miriyên xwe natirsin, mafdarin, dê şerê me bi we re berdewam bike, Ekin Wan sembola berxwedana me ye. Divê em li hember hovîtiya AKP=DAİŞ bibin yek."

'Jinên Kurd ji kesî natirsin'

Emine Erol jî êrîşa ser Ekin Wan hate kirin şermezar kir û wiha axivî: "Em ê li hember van êrîşan tekoşîna xwe ya jinê zêdetir bilind bikin. Dixwazin me bitirsînin. Lê xwe dixapînin. Bila baş bizanin jinên Kurd ji kesî natirsin û ti carî dest ji têkoşîna xwe bernadin. Dê zêdetir bihêrs bibin û tekoşînê bilind bikin."

'Divê em bi giyana berxwedana Kobanê rabin ser piyan'

Kudret Uçuk jî anî ziman ku êrîşên zayendiyên ser jinan bi salane berdewam dike û axaftina xwe wiha dom kir: "Êrîşa ser bedena hevala me Ekin kirin, êrîşa dawî ya li ser bedena jinan tê kirine." Kudret da zanîn ku êrîşên AKP'ê ya ser jinan berdewame ji êrîşên DAIŞ'ê yên ser jina ne cudatir e. Kudret destnîşan kir ku divê jin li hember van êrîşan bi giyana berxwedana Kobanê tevbigerin û li ser lingan bisekinin. Kudret di dawiyê de bilêv kir ku dê di rêya gerilayên di dema dawiyê de jiyana xwe ji dest dane de bimeşin û ti carî dest ji têkoşîna xwe bernedin.

(zt/ch)