Jinên Wanê: Mêr bi tacîzan şer dane destpêkirin
10:31
Medya Cebe/JINHA
WAN - Jinan diyar kirin ku bi taybet piştî erdheja ku li Wanê pêk hatî jin zêdetir rastî tacîzên fîzîkî û devikî tên û gotin, "Li bajêr zîhniyeta ku rengê jinê napejirîne heye, ji ber vê em li dijî tacîzkarên mêr di nava şer de ne û heger bi vî awayî berdewam bike dê em jî tedbîrên cuda bigrin."
Li kolanên bajarê Wanê her derî bi bêhna zîhniyeta baviksalarî dide û rengê jinê ji holê radike. Jinên ku li ber xwe didin û derdikevin kolanên bajêr derve rastî tacîzê fîzîkî û devikî tên. Jinên Wanê destnîşan kirin ku,ew têkoşîn didin ku li bajêr rengê desthilatdariyê mêr ji holê rakin û dan zanîn ku, tacîz piştî erdheja sala 2001'an zêde buye û li tevahî civakê belav bûye.
'Çi sergirtî be çi jî vekirî be ferq nake'
Dîcle Bozkurt diyar kir ku ew her dem rastî tacîzê devikî tê û wiha got, "Tacîz li hember hemû jinan tê kirin. Jin çi girtî be çi jî vekirî be, ferq nake herkesî rastî tacîzê mêran tên. Êdî ev rewiş ji bo me bu buyerek rûtîn. Lê belê dema ku em di kolanan de bi rê ve diçin gelek nerihet dibin. Her roj em di nûçeyan de dişopînin ku gelek jin tên tecavûz kirin û kûştin. Ji ber vê em xwe di ewlehiyê de dihesibînin. Ew mêrên ku gotinan davêjin jinan ma qey xweşik mirovên wan a jin tune ne? Dema ku gotinan davêjin jinên derve qet fedî nakin. Çima vê yekê fêm nakin."
'Qadên me dagir dikin'
Sevcan Tosun jî anî ziman ku ew her ku derdikevin kolanan rastî tacîzên devikî tên û wiha pê de çû: "Gotinan avêtin li her derê belav bûye. Mêrên ku gotinan diavêjin me temenê wan mirovan şaş dike. Ji zarokên 11-12 salî heya mêrên 40-45 salî gotinan davêjin jinan. Em dixwazin êdî rihet derkevin kolanan. Êdî em ji dagirkerina mêran a li kolanan aciz bûne."
'Şer li hember jin hatiye despêkirin'
Karsazê kafeyê Behiye Şaybak Peker, diyar kir ku tacîzên fizîkî û devkî demên borî jî hebûn lê belê piştî erdhejê gelek zêde bûye. Behiye, "Ev rewş me dîn dike. Em nikarin li gor dilên xwe cil û bergên xwe li xwe bikin. Bê guman ev rewş ne tenê bi cilan ve girêdaye. Carna ji balkonê dibînim gelek jinên sergirtî hene ew jî rastî tacîzê tên. Êdî rewş jinên girtî, an vekirî eleqedar nake li holê jin heye. Ez dibêjim ku ev rêbaz wek şer li hember jinê dane destpêkirine." Behiye anî ziman ku ew ê heya dawî li hember van êrîşan wê gav paş ve navêjin û wiha got, "Mêrên ku destûrê nadin xizmên xwe yên jin derên derve li kolanê dema ku jin dibînin tacîz dikin, gotin diavêjin. Mêr dibêjin 'Bila dernekevin kolanan, eger li derve be tacîzkirina min a bi devikî mafdar e.' Jinan li malê digrin û jinên li kolanan tacîz dikin."
'Tev ji tacîz kirinê berdin'
Nazli Firat bi lêvkir ku ew gelek car rastî tacîzê hatiye û ji ber vê serî li dozgeriyê daye û vê rewşê gilî kiriye û wiha domand: "Li kolanên Wanê vekirî ango girtî, xweşik an jî nexweşik ferq nake, tacîzkirina jinan wek qederek tê ferzkirin. Berî sê rojan dema ku ez ji cihê kar derketim zarokek ji min biçûktir ber bi min ve hat û bi destê xwe min tacîz kir. Zarok biçûk bû min dikarî şeqemek lêbida û wî ji wir durbixim. Eger mêrek temenê wî mezinbûya di wê rewşê de min bikuşta jî ti kes dê nehatiba hawara min, min dê çi kiriba ez wê dihizrim. Li vir hemû mêr tacîzên devkî dikin ji ber vê yekê hev du hişyar nakin. Ev rewş me gelek aciz dike. Em dixwazin li kolanan rihet bigerin û ji mêran netirsin. Banga min ji bo kesên ku van êrîşan pêk tînine ku dev jî van kirinên xwe berdin lewre heger bi vî awayî berdewam bike dê em jî tedbîrên cuda bigrin."
(rc/ch)