Licê, Hênê û Karaz tê bombekirin

11:55

JINHA

AMED - Di çarçoweya operasyona ku du roj berê li sêgoşeya Licê-Hênê-Karazê hate dest pê kirin herêma gundê Hurê ya navçeya Hênê û Girê Zerge ya deşta Fîsê ya navçeya Licê bi helîkopteran tê bombebaran kirin.

Du roj berê di sêgoşeya navçeyên Amed Licê-Karaz-Hênê de operasyona leşkerî hatibû destpê kirin. Hate zanîn ku vê sibê jî Girê Zerge ya ku li Deşta Fîsa Licê ye û gundê Hurê ya navçeya Hênê bi helîkopteran hatine bombebaran kirin. Tevî ku li herêmê welatiyên sivîl jî hene bombebaran berdewam dike û hate ragihandin ku li herêmê bi helîkopteran leşker li girên stratejîk têne bi cih kirin.

Li gel ku operasyon berdewam dike, çalakiya mertalên zindî ya ku li herêmê hatiye destpê kirin jî roj bi roj firehtir dibe. Welatiyên ku di çalakiyê de ne car din bang li raya giştî kirin ku ji bo rê li ber komkujiyê bigirin berê xwe bidin herêma pevçûnê.

(zt/ch)