Li Mêrdîn û Hezexê 2 ciwan ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin

12:22

JINHA

MÊRDÎN/ŞIRNEX - Duh bi şev li Mêrdîn û Hezexê dema ku polîs derketin nêçîriya mirovan, 2 ciwanên bi navê Ali Akpinar û Cebbar Acar qetil kirin. Li gorî şahidên bûyerê ji du aliyan ve gule li ser Ali Akpinar de barandine, di gulebaranê de Ali birîndar bûye, dema ku welatiyan xwestin Ali bigihînin nexweşxanê polîsan destur nedaye û ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest da.

Li taxa Yalim a navçeya Artuklu ya Mêrdînê şevê din bi armanca şermezarkirina operasyonên leşkerî yên di demên dawî de berdewam dikin ciwanan çalakî li dar xist û polîsan bi guleyên rast êrîş li ciwanan kir. Piştî êrîşa polîsan ciwanan çalakiya xwe bi dawî kir û ciwanê bi navê Alî Akpinar (19) ê ku diçû mala xwe rastî êrîşa polîsan hat. Polîsên tax gulebaran kirin Ali hedef girtin û gule li patika wî dan.

Welatiyên taxê bûyer bihîstin bang li ambulansê kirin. Lê ji ber ku polîsan ketina tax girtin destûr nedan ambulans bikeve taxê. Ji ber ku polîsan destûr neda ambulans bikeve taxê Alî Akpinar li cihê bûyerê ji ber zêde xwîn winda kir jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ali Akpinar piştî jiyana xwe ji dest da 4 seat şunda rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Piştre cenazeyê Ali ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehî ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Li cihê Ali lê jiyana xwe ji dest da hê şopa xwînê heye. Li tax şopa guleyên polîsan li ser derî û dîwarên gelek malan xuya dike.

'Wesayîta zirxî kurê min gulebaran kir'

Bavê Ali Mehmet Akpinar diyar kir ku piştî kurê wî birîndar bû 3 caran bang li ambulansê kirin lê rayedaran ji wan re gotin, "Hûn cenazeyê xwe rabikin û bînin ser kuçeyê." Mehmet bertek nîşanî ambulansa nehat da û wiha axivî: "Êdî bes e. Kezeba me dişewite. Bila kezeba tu kesên din neşewite. Êdî bes e. Mala me şewitandin. Mala Erdogan jî bişewite."

Mehmet piştî axivî li cihê kurê wî lê hatî qetilkirin rûniştin û giriya.

Li Hezexê jî ciwanek qetilkirin

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê ciwanê bi navê Cebbar Acer (20) duh saetên êvarê de di encama gulebarana polîsan de hate qetilkirin. Di bûyera ku hate hinbûn duh saet di 02.00'yan de qewimiye û dema ku Cebbar ji mala xizmê xwe yê li cadeya Adîle Naşîtê derdiket derve ji aliyê wesayîta zirxî ya dupişk ve gule hate berdan û ji ranê xwe hatibe birîndarkirin.

Cebar bi alîkariya kesên li derdorê ewil birin malekî nêzî bûyerê. Lê ji ber ku gelek xwîn jê çûye li vir jiyana xwe ji dest daye. Canezeyê Cebar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.

(zt/ch)