Bloka Aştiyê diçe Farqînê
12:24
JINHA
STENBOL - Bloka Aştiyê heyetekê dişîne navçeya Farqînê ku polîs û leşkeran li wir provaya komkujiyê lê kirin.
Bloka Aşitiyê biryar girt ku ji bo lêkolîna komkujiyên di encama konsepta şerê topyekun a AKP'ê li Kurdistanê pêk tên heyetekê bişîne navçeya Farqîna Amedê. Bloka Aştiyê ragihand ku şerê Qesrê û îktîdara AKP'ê welat ber bi şerekî navxweyî ve dibe û got ku heyeta ku avakirina ji bo lêkolînê bike wê bişînin Farqînê. Bloka Aştiyê da zanîn ku ew ê dawiyê encamên lêkolînê bi raya giştî re parve bikin.
'Li hember eniya şer em ê biçin Farqînê'
Di daxuyaniya Bloka Aştiyê de ev tişt hate gotin: "Qesr û îktîdara AKP'ê ku encamên 7'ê Pûşberê hezm nekirin li Pirsûsê komkujî pêk hat û bi vê re stratejiya şer xistin dewrê. Ev stratejî welat ber bi şerekî navxweyî ve dibe. Li 100 herêmên ku Kurd lê dijîn wekî qada taybet a ewlehiyê îlan kirin. Bi ev rêbazên ku salên 90'î tîne bîra me gund tên valakirin, di nava kolanê de zarokan dikujin, bajar tên dorpêçkirin, mal û kargeh tên şewitandin. Di ev şerê tê meşandin de zêdetirî 100 hêzên dewletê, gerîla, zarok, jin, ciwan, kal û pîr jiyana xwe ji dest dane û ligel vê yekê Erdogan ji bo îktîdara xwe xurt bike bi daxuyaniyên xwe vê gengeşiyê mezintir dike. Li hemberî ev eniya şer a ji hêla Qesr, AKP û MHP'ê ve hatiye avakirin, Bloka Aşityê ya ku ji hêla partiyên muxalefetê, rêxistinên saziyên sivîl, rêxistinên ked û pîşeyî ve hatiye avakirin. Ji bo ev tiştên ku me bi kurtasî qala wê kir bê lêkolînkirin me heyetek ava kir û heyet roja 21'ê Tebaxê biçe Farqînê û li wir lêkolînê bike. Em ê encam û çavdêriyên lêkolînên dawiyê bi raya giştî re parve bikin."
(zt/ch)