Jinên Til Temir: Tu êrîş nikare vîna gelê me bişkîne
13:42
JINHA
TIL TEMIR - Jinên bajarê Til Temir êrîşa bombeyî a li bajarê Qamişloyê şermezar kirin û wiha gotin: "Çiqas êrîş bikin hêza me ewqas mezin û bi hêztir dibe. Dê heya dawî têkoşîna me bidome."
Jinên bajarê Til Temirê êrîşa bombeyî a ku duh li taxa Enteriyê a bajarê Qamişloyê pêk hatî şermezar kirin. Jina bi navê Firyel Bedîrxan wiha got: "Ez êrîşa bombeyî a ku duh li bajarê Qamişloyê pêk hatî şermezar dikim û nelet dikim. Ne bi teqînek ango du bi salaye li ser vê erdîngeriyê xwîn tê rijandin. Bi salaye dijminê gelê Kurd hewldidin ku hebûna vî gelî ji holê rakin. Lê gelê Kurd êdî xwe bi rêxistin kirine û bi hêza rêxistinî têdikoşin û parastina xwe dikin. Li hember vîna gelê Kurd, êrîşê desthilatdara wê tu caran bi ser nekeve."
Firyel di dawî de ji bo malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane sersaxî û ji bo birîndaran jî şîfayê xwest û wiha got: "Dê xwîna zarokên gelê Kurd li erdê nemîne, bi têkoşîna xwe emê tolê wan bistînin."
'Armanca AKP û DAIŞ'ê tune kirina gelê Kurde'
Nehrên Sexir jî di serî de êrîşê ku li bajarê Qamişlo pêk hatî şermezar kir û got: "Armanca AKP û DAIŞ'ê tune kirina gelê Kurd e. Ji ber vê li bakûrê Kurdistan û li Rojava kiryarên der mirovahî pêk tînin. Bi komkûjî û înfazan dixwazin gelê Kurd bitirsînin. Lê belê bila DAIŞ jî û hikûmeta AKP'ê jî vê yekê baş bizanibin, êdî kes nikare îradeya gelê Kurd bişkîne û tune bike. Her ku diçe rêxistina civakî fereh dibe û asta têkoşînê pê re bilind dibe. Em wek jinên Kurd dê her dem şopdarê doza şehîdên xwe bin."
(sş/rc/ch)