Li Kolnê jin ji bo Kevser Elturk daketin qadan
13:48
JINHA
KOLN - Meclîsa Jinan a Viyan a li Kolnê, ji bo gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) a ji aliyê dewletê ve hat înfazkirin û îşkence li cenazeyê wê hat kirin, protesto bikin çalakî lidar xistin.
Meclîsa Jinan a Viyan a li Kolnê, ji bo gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) a ji aliyê dewletê ve hat înfazkirin û îşkence li cenazeyê wê hat kirin, çalakî li dar xist. Jinan li ber Dêra Domê çalakiya rûniştinê pêk anîn û êrîşa li dijî mirovahiyê ya li hemberî Kevser Elturk hat kirin, lanet kirn. Jinan bi qîrîna dirûşmeyan û belavkirina belavokan re, êrîşên AKP'ê yên li hemberî jinên Kurd teşhîr kirin û banga hişyariyê kirin. Çalakiya li vê derê heta danê êvarê dewam kir û Elmanan eleqeyeke mezin nîşan dan. Jinan wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên TJK-E hildan û dirûşma "Ji şerê Erdogan re na" qîriyan. Ji beşdarên çalakiyê Fîlîz Yildiz û Gulê Çewlik, êrîşên AKP'ê yên demên dawî li hemberî gel û jinên Kurd berdewam dike nirxandin.
'Em ê teslîm nebin'
Fîlîz Yildiz a ji Gimgimê got, "Sê rojan me ji hovîtiya li Gimgimê re şahidî kir" û ev xal destnîşan kir: "Di axaftina herî dawî ya bi telefonê re xaltiyeke extiyar got, 'Min ew bombeya teqiya di bedena xwe de hîs kir. Dema ew bombe teqiya, mîna ku min jî parçeyek ji bedena xwe winda kir, bandor li min kir'. Ez, dewleta ku ewçend bi hovane û terorîstî êrîşî gelê Gimgimê dike, lanet dikim. Bila dewlet vê ji bîr neke; li dijî van êrîşên hovane em Gimgimî ti carî teslîm nabin. Her kesên li Gimgimê niha lanetê li dewletê tînin û dibêjin ku berdêla wê çi dibe bila bibe em ê dest ji vê dozê bernedin. AKP hewl dide tola 7'ê Pûşberê ji gelê Gimgimê rake. Di hilbijartina nû de AKP wê bi temamî ji Kurdistanê bê rakirin."
'Em bêdeng nabin'
Ji çalakgeran Gulê Çewlik jî terora AKP'ê şermezar kir û got, "Li Gimgim, Şemzînan, Silopiya, Farqîn û Geverê, ji bo şikandina vîna gelê me polîsên AKP'ê komkujiyê li gelan dikin. Li hemberî vê zîhniyeta qetlîamkar a gelê me qetil dike, em ê ti carî bêdeng nemînin."
Jinan piştî çalakiya rûniştinê dawî li protestoya xwe anîn.
Çalakiyên jinan ên li Koln û Bonnê wê vê hefteyê jî dewam bikin. Li gorî vê yekê, dem û cihê çalakiyan bi vî rengî ye:
Koln: Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Viyan, roja Înê li ber Dêra Domê ji bo bîranîna Ekîn Wan û lanetkirina terora AKP'ê wê mîtîngek bê lidarxistin. Mîtîng wê saet di 15:00 de dest pê bike.
Bonn: Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Sara, wê roja Înê ji bo Ekîn Wan li Munsterplatzê mîtîng bê lidarxistin. Mîtîng saet di 17:00 de destpê dike.
(zt/ch)