Jinên Rêveberiya Efrînê kiryarên Tirkiyê û rêjîma Baas şermezar kirin
13:50
JINHA
EFRÎN – Kordînasyona Jinên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê kiryarên Dewleta Tirkiyê a derheqê gerîlaya YJA-Star Ekîn Wan û komkujiya bajarê Dûma ya Şamê di civîna xwe ya mehane de şermezar kirin.
Kordînasyona Jinan a Rêveberiya xweseriya Demoraktîk yên kantona Efrînê civîna xwe ya mehane li navenda Şehîd Rûken a Efrînê li dar xist. Di civînê de nakokî û zehmetiyên pêşberî wan hate nîqaşkirin. Civîn bi beşdarbûna sedan jinan bi rêzigritinê dest pê kir.
Paşê jinan daxuyaniyek ji raya giştî re xwendin. Daxuyanî ji aliyê Cîgira Serokê Karê Derve yê Kantona Efrînê Cîhan Mihemed ve hat xwandin. Di daxuyaniyê de kiryarên dewleta Tirkiyê ya li dijî gêrîlaya YJA-Star Ekîn Wan û êrîşên hêzên rêjîma Sûrî ya li bajarê Dûma ya Şamê şermezar kirin û ji hêzên navnetewî daxwaz kirin ku li dijî kiryarên dijmirovî yên Tirkiyê û rêjîma Sûrî derkevin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Erdogan dijîtiya hemû gelê Kurd û bi taybet jinan dike û gotin ku êrîşa hovane ya li dijî gêrîlaya YPJ-Star Ekîn Wan dê bê hesab nemîne û ev tişt hate gotin: “Ev kiryarên AKP’ê û Erdogan di çarçoveya planên dewleta Tirkiyê û çeteyên DAIŞ’ê ku li Şengal, Kobanê û seranserî Rojava pêk hatiye têne meşandin.”
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku Tirkiyê di êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî gelê kurd û bi taybet jinan de piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê dike û hate gotin ku niha jî li Bakur dewleta Tirkiyê heman tiştî li dijî îradeya jinên kurd ên têkoşer kiryarên li dijî mirovahiyê pêk tînin û ev tişt hate gotin: “Jinên kurd dê li berxwe bidin û dê bi hemû hêza xwe li dijî siyasetên wan derkevin.”
Di daxuyaniyê de her wiha komkujiya Dûma ya Şamê ku bi destê hêzên rêjîmê hate kirin hate şermezarkirin û bang li civaka navnetewî û rêxistinên mafê mirovan hate kirin ku erka xwe ya mirovî pêk bînin û zextê li dewleta Tirk, rêjîma Sûriyê û çeteyên DAIŞ’ê bikin da ku dawî li kuştina jinan û zarokan bînin.
Di daxuyaniyê de jinan soz dan ku dê heta dawî li ser riya gêrîla Ekîn Wan û hemû têkoşerên azadiyê bimeşin û di avakirina civaka azad û aştiyan e bimeşin, her wiha ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan têbikoşin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ocalan sembola me ya azadiyê ye, sembola civaka azade, em ê heta dawî şopdarên riya wî bin.”
Piştî xwendina daxuyaniyê jinan nîqaşên xwe yên derbarê kar û xebatên xwe de kirin û zor û zehmetiyên ku pêre rû bi rû dimînin anîn ziman.
Di civînê de her wiha Endama Kordînasyona jinan a Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk Fatma Leto axivî û bal kişand ser girîngiya pêkanîna yasayên jin di nava jiyanê de û got ku pêwîste hemû endamên Yekîtiya Star qanûnan ji welatiyan re şîrove bikin.
Di civînê de her wiha Endama Kordînasyonê Fehîma Silêman diyar kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava bûye mînaka hemû herêmê û got ku jinan xwe di riya rêveberiyê de bûye xwedî rolek aktîf.
Di dawiya civînê de Endama kordînasyona Yekîtiya Star Zelal Ciger semînerek li ser girîngiya komînan di pêşxistina rewşa aborî û rêveberiya civakê de û got ku rola jinan di pêşxisitina aboriya civakê de ya herî li pêşe.
Di dawiya civînê de bersiva pirsên endamên meclîsê ji aliyê dîwanê ve hate dayîn.
(rc/ch)