'Ji bo jiyanek bêastengî ji şer re na'

16:20

JINHA

AMED- Berdevkê Meclîsa Astengdaran ê Bajêr ê Amedê Muhsîn Batgî diyar kir ku ji bo jiyanek bêastengî divê her kes li dijî kesên ji şer fêdeyê digirin dengê xwe bilind bikin.

Meclîsa Astengdaran a Bajêr a Amedê ji bo şermazarkirina pêvajoya şer a ku AKP'ê dayî destpêkirin daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li ber AZC plazayê ya Ofîsê hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta "Ji bo jiyanek bêastengî ji şer re na" hat vekirin. Dowîzên "Ji şer re na", "Em aştiyê dixwazin" hatin hildan. Di daxuyaniyê de dirûşmên "Ji şer re na ji aştiyê re erê" û "Ji şerê qesra AKP'ê re na" hatin berzkirin. Hevseroka DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek û gelek kesên astengdar tevlî daxuyaniyê bû. Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Meclîsa Astengdaran ê Bajêr yê Amedê Muhsîn Batgî ve hat xwedin. Muhsîn diyar kir ku şerê 40 sale li vî welatî didome bûye sedemê ku gelek kes bibin astengdar û wiha got: "Sedema pirbûna astengdaran a li Tirkiyê şer e."

Muhsîn anî ziman ku divê hemû aliyên siyasî dest ji berjewendiyên xwe berdin û ji bo rawestandina şer têbikoşin û wiha axivî: "Divê demildest herdu alî dest ji çekan berdin û rê ji muzakereyan re vekin." Muhsîn bang li hemû qadên siyasî kir û wiha pê de çû: "Ji bo jiyanek bêastengî divê her kes li dijî kesên ji şer fêdeyê digirin dengê xwe bilind bikin. Li dijî komkujiyên li ser gelê kurd tên meşandin bêdeng nemînin."

Daxuyanî piştî 5 deqe çalakiya runiştinê bi dawî bû.

(zt/ch)