Polis jî aştiyê dixwazin!
16:25
JINHA
AMED - Li Çinarê hevparên KJA'yê ji bo daxwazên xwe yên aştiyê bînin ziman li wesayîtên li ser riya Amed û Mêrdînê afîşên "Ne şer, em aştiyê dixwazin" daliqandin. Dema ku polîsan xwestin çalakiya jinan asteng bikin di nav bera polîsan û Hevşaredara Çinarê Rukiye Eryilmaz de diyalogên tind derketin. Rukiye got: "Em weke jin aştiyê dixwazin" memurê polîsan jî gotinên weke: "Em weke civak bi hev re ne şer aştiyê dixwazin" bikaranînê balkêş bû. Rukiye jî got: "Çalakiyek wiha ji bo aştiyê hun didin rawestandin, hun li hemberî aştiyê ne."
Li navçeya Çinarê ya Amedê hevparên KJA'yê ji bo daxwazên xwe yên ji bo aştiyê bînin ziman li wesayîtên ku lambeyên trafîkê rawestiyan afîşa "Ne şer, em aştiyê dixwazin" daliqandin. Dema ku wesayît rawestiyan afîş li kaportayên wan daliqdan û dema lambeya kesk veket jî rê vekirin. Piştî ku polîs hatin cihê çalakiyê rageşî derket. Polîsan ji jinan re gotin ku çalakî neqanûnî ye li ser vê yekê jinan îtiraz kirin û ragihandin ku ew mafên xwe yên demokratîk bi kar tînin.
'Hun çalakiyên aştiyê asteng dikin, hun li dijî aştiyê ne'
Di çalakiyê de Hevşaredara Çinarê Rukiye Eryilmaz polîsan re ev tişt anî ziman: "Em weke jin bi çalakiyeke demokratîk û qanûnî hewl didin dengê xwe bidin guhdarkirin. Em naxwazin ne polîs ne jî gerîla bimirin. Hûn çalakiyeke bi vî rengî aştiyane asteng dikin, hûn li dijî aştiyê ne."
Dema nîqaş berdewam dikir lambeyên trafîkê hatin vemirandin. Di encama hevdîtinan de ji bo ku jin çalakiya xwe bidomînin saetek dem hate dayîn. Ajokarên wesayîtan jî bi nîşaneyên serkeftinê û qorneyan ve piştgirî dan çalakiya jinan. Jinan piştî çalakiyê daxuyanî dan.
Hevşaredara Çinarê Rukiye Eryilmaz axivî û diyar kir ku jin li dijî qatlîamên li Cizîr, Sîlopî û Gimgimê pêk tên bêdeng namînin û wiha axivî: "Em weke jin li dijî hovîtiya tê kirin bêdeng namînin, temaşe nakin, em ê dengê xwe bilind bikin." Rukiye bilêv kir ku ew vî şerî qabûl nakin û nirxandina "Em naxwazin ne polîs ne jî gerîla bimirin û em qebûl jî nakin" kir.
(zt/ch)