Hevşaredarên Colemêrgê hatin binçavkirin

17:05

JINHA

COLEMÊRG – Hevşaredarên Colemêrgê Dîlek Hatipoglu û Nurullah Çîftçî ku ji bo îfadeyê hatin dozgeriyê, hatin binçavkirin.

Hevşaredarên Colemêrgê Dîlek Hatipoglu û Nurullah Çîftçî ku beriya 3 rojan polîsan di ser malên wan de girtin û ji ber ku ne li malê bûn nehatibûn binçavkirin ji bo îfadeyê hatin Edliyaya Colemêrgê. Ji bo piştgiriya hevşaredaran gelek rêveber û nûnerên saziyên sivîl ên civakî li ber edliyeyê amade bûn. Polîs û tîmên taybet jî li dora avahiya bi dehan maşîneyên zirxî dorpêç kirin. Dozgeriyê hevşaredar ji bo karên emniyetê ew şandin Midiruyeta Polîsan a Colemêrgê.

Li aliyê din welatiyê bi navê Kadir Sakli (22) jî li nava sûkê de ji aliyê tîmên taybet ve hat binçavkirin. Sedema binçavkirina wî nehat zanîn.

(zt)