Jinên Botanê: Em ê li dora Ekin bibin xelek
09:14
Mizgîn Adim/JINHA
ŞIRNEX – Jinên Botanê diyar kirin ku Ekin Wan rumeta wan e û ew ê li dora bedana Ekin Wan bibin xelek û têkoşîna xwe xurtir bikin.
Bertekê ku li hember hoviya bedana Ekin Wan( Kevser Elturk) hatiye kirin mezin dibin. Ekin Wan li navçeya Gimgimê ya Muşê ku bi işkenceyê giran hatibû qetilkirirn û piştre jî bedena wê hatibû tazî kirin û teşhir kirin. Jinên Li navçeya Silopî ya Şirnexê diyar kirin ku ew vê bûyera hovane nalet dikin û dibêjin ku dewlet ji ber ku ji hêza jinê ditirse dixwaze wê bi vî awayî wê bêtesir bike. Lê jin dibêjiin ewê li dora Ekin Wan bibin xelek û têkoşîna xwe xurtir bikin. Jinan got ku dewletê êrişên xwe yên hovane ji Silopiya destpê kiriye lê rastî bersiva gel hatiye û ewê wek jinên Botanê li hember hovîtiya ku li bedana Ekin Wan hatiye kirin jî bêbersiv nemînin
‘Ev êriş sedama têkoşîna me ye’
Berdevka meclisa jinê ya Silopî Asuman Kulter got ku êrişa li ser jinê tê meşandin êrişek gelek qirêj e û êrişek ji vê qirêjtir tune ye û ev tişt anî ziman:” Hemu cihan pêşketina jina Kurd dibîne û dixwazin bi vî awayî me bitirsînin, lê ev êriş me natirsînin. Ev êriş dibin sedema bilindkirina têkoşîna me. Hevala Ekin rumeta me ye. Ji bo ku em van êrişan bidin sekinandin çi têkeve ser milê me em ê bi cîh bînin.” Asuman balê kişand ser pêkhatiyên salên 90'î û ev tişt got: ”Êrişên ku niha tên meşandin di salên 90'î de jî nedihatin meşandin. Ji ber ku niha gelê me bi rêxistin kiriye hê xurtir bi ser gelê me de tên” Asuman herî dawî bang li jinan kir ku li dora Ekin bibin xelek û bersiva vê êrişa hovane bidin.
‘Em bi hatina her şehîdek xurtir dibin’
Berpirsa Akademiya jinê ya Berîvan Aysel Kara jî got ku ji ber pergal ji hêza jinê ditirse êrişên hovane dibin ser jinê û wiha axivî: “ Ez vê êrîşa li ser jinê hatiya kirin nalet dikim. Exlakek neyartiyê jî divê hebe, lewre mirov hûrmetê bide bedana mirî. Em bi hatina her şehîdek xurtir dibîn dewlet jî vê yekê baş dizane, ew jî loma li ser bedana şehîdê me êrişek bi vî rengî dimeşîne. ” Aysel destnişan kir ku ev pergal naxwaze jin ji bin deshilatdariya mêr derkeve û loma li jinek azad ev êrîş tê kirin û wiha berdewam kir:” Ez bang li hemû jinan dikim ku li şopa Ekin Wan xwedî derbikevin. An em ê bimrin an em ê bimînin tiştek ji vê wêdetir tine ye. Êdi em dizanin namus ne bedene û wek jin jî êdî em namusa tu kesî ne. Êdî jin ji wan natirsin sed carê din jî li jinê wisa bikin jin xwe ji paş de nakşînin û ew ê têkoşina xwe xurtir bikin.”
Aysel xwest ku jin li hember vê hovîtiyê bêdeng nemînin û bi ser dijminê mirovahiyê de hê bêhtir biçin û wiha bang li jinên herêma Botanê kir:” Pêwiste jin pêşengtiya vê pêvajoyê bikin. Ev êrişa ku li Ekin hatiye kirin li hemû jinên cîhanê hatiye kirin, pêwiste ne tenê jinên Kurd hemû jin li hember vê yekê bertekên xwe nîşan bidin.
‘Eger dewlet wiha berdewam bike em ê hemû di nava şer de bin’
Aktivista KJA’yê Zozan Çalişlar jî êrîşa li ser Ekîn şermezar kir û diyar kir ku êdî şansê Kurda nemaye ku li malê xwe runên û wiha berdewam kir: ”Dewlet zarokê me qetil dikin, malê me xera dikin, çeteyên DAİŞ’ê bi ser me de rê dikin. Me teva dît çi li mehala Zapê kirin, 3 kesên sivîl kuştin.” Zozan destnişan kir ku gelê Kurd heya niha netirsiyaye ji niha pê de jî natirse û wiha pê de çû: "Eger wiha dawam bikin em ê hemû li hember vê yekê rabin di nava şer de cîh bigrin. Pêwiste dewlet vê yekê baş fêm bike. Bila Tayîp Erdogan bizanibe ku ev êriş vala naçe çi hat serê Seddam Hûseyîn wê ev tişt were serê Erdogan jî.” Zozan bang li hemû jinan kir ku wek Ekîn Wan xwedî li nasnameya xwe derbikevin.
(ch)