Jinên Kobanê di kampa Wanê de meclisa xwe ava kirin
09:16
Şêrîn Hiso / JINHA
WAN - Gelê Kobanê yên ku di kampa Wanê de bi cîh dibin, xwe di riya avakirina meclisekê de birêxistin dikin. Endama meclisa kampa Kobanê ya bajarê Wanê Emîne Mehmûd diyar kir ku xwe birêxistin kirin di her qadê jiyanê de şertekî serekeye û wiha got: " Gelê Kobanê piştî tecrubeyên xwe birêvebirinê, cewherê jiyana azad fam kirin. Me esasê avakirina meclisê di kampê de ji tecrubeya xwe ya jiyana azad wergirt."
Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya ser Kantona Kobanê, şerek dijwar hate meşandin. Bi sedema şerê ku li Kobanê pêk hat, bi hezaran malbat ji Kobanê derketin û li deverên cûda ya Kurdistanê de bi cîh bûn. Yek bajarên ku welatiyên Kobanî lê bi cîh bûn, bajarê Wanê ye. Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê kampek ji bo gelê Kobanê ji nû ve amade kir. Ev kamp di sala 2011'an de ji bo mexdûrên erdheja Wanê hatibû lêkirin. Piştî bûyerên Kobanê, di heman kampê de nêzî 35 malbatên Kobanî bicîh dibin. Di riya meclisekê de, ku ji 4 kesan pêk tê xwe bir rê ve dibin.
'Yekdestiya Kurdan'
Emîne destnîşankir ku berxwedana Kobanê yekgirtina gelê Kurd li ber çavên her kesî zelal kir û wiha pê de çû: " Dema ku şerê dijwar li Kobanê dest pê kir û bajarê Kobanê hat bombebarankirin, bi hezaran malbat ji Kobanê derketin. Nêzî 40 malbat hatin bajarê Wanê. Em li Wanê bi germahî hatin pêşwazîkirin. Şaredariya Bajarê Mezin ya Wanê ji bo me ev kamp amade kiribûn. Ev kampa ku em niha tê de dimînin, di dema erdhêja Wanê de hatiye avakirin. Kesên ku ji ber erdhejê bêmal man di vê kampê de jiyan dikirin. Piştî şerê Kobanê ji bo Kobaniyan hat amadekirin. Ev gav ji gelê Wanê hişt ku girêdan û yekîtiya gelê kurd bi hev re zelal bibe."
'Jiyana bêrêxistin bêwate ye'
Emîne bi lêv kir ku piştî malbat li kampê bi cî bûn, wan pêwîstî bi jiyanek birêxistinî dît û wiha got: " Gelê Kobanê piştî Şoreşa Rojava, jiyanek birêxistnî di nava Kobanê de jiyan dikirin. Lewra jiyanek bêrêxistin ji bo Kobaniyan re bêwate ye. Piştî demekî hatina me ya Wanê, me meclisa xwe di kampê de ava kir. Meclisa me ji 4 kesan pêk tê. Em 2 jin di nava xebatên meclisê de cîh digrin. Kesên ku di nava meclisê de cîh digrin di heman rewşê de derbas bûne. Ji ber vê yekê pirsgirêkên malbatê baş têdighêjin. Xebatên me di nava kampê de ew e ku em her dem kesên ku di nava kampê de jiyan dikin di nava têkiliyan de ne. Pirsgirêkên xwe di riya civînan de bi hev re parve bikin. Yek ji destkeftiyên ku em gihîştine di riya vê meclisê de ew e ku em parastina kampê bi xwe dikin. Nobeta parastinê her şev ji alî 2 kesan ve tê girin. Her wiha em bi xebatkarên şaredariyê re jî dikevin têkiliyê. Ew ji bo jiyana me ya rojane her tiştî peyda dikin. Ji bo me xizmeta tenduristiyê dikin. Kesên ku pêdiviya çûyina wan ya nexweşxanê hebe, bi rêya şaredariyê re diçe serdana nexweşxanê."
'Ji jinan re kurs hat dayin'
Emîne bal kişand ser xebatên meclisê yê ku bi taybet ji bo jinan tê kirin û wiha axivî: " Em her 2 jinên di meclisê de birêxistina jinan re ketin têkiliyê. Di encamê de, rêxistina jinan di nava kampê de dest bi perwerdê kirin. Bi dehan jinên Kobanî yên ku li Wanê dimînin perwedehiya Karên Destan dîtin. Ji nava kursên ku di nava kampê de hatin dan, dirûtin û qenewêç bûn. Gelek caran jin kampê derketin serdana atolyeyên jinan û ceribaneyên xwe yê perwerdehiyê bi jinên ji derveyî kampê re parve kirin. Perwerdehiya Karên Destan ya ku jinên Kobanê li kampa Wanê dîtin dê sûdekê li jinan bike siberoj."
'Jin dê Kobanê kevir bi kevir ava bikin'
Emîne derbarê rola jinên Kobanê di pêvajoya ji nû ve ava kirina Kobanê de axivî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: " Jinên Kobanê damara sereke ya Şoreşa Rojava ne. Li ber çavên her kesî diyar e ku jinên Kobanê gava herî giring di rizgarkirina Kobanê de avêt. Ji hemû jinên cîhanê re bû mînak. Di nava çeperên şer de bi sedan jin jiyana xwe ji dest dan. Divê her dem em şopa van jinên qehreman û berxwedêr winda nekin. Jinên têkoşer ji bo me rizgar kirin. Divê em ji berdewamiya vê têkoşînê bikin û Kobanê kevir bi kevir ji nû ve ava bikin."
(ch)