'Xweseriya Demokratîk çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.'
09:31
JINHA
QAMIŞLO - Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Suryanî Elîzabeth Gewriya derbarê pêşveçûna pêvajoyê ya li Rojhilata Navîn de nirxandin kir. Elîzabeth got: "Gelên ku li ser erdîngariya Mezopotamyayê jiyan dike, ji dîrokê heya niha ji aliyê desthilatdaran ve rastî qirkirin û asîmlasyona çandî tên."
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Suryanî Elîzabeth Gewriya derbarê pêşveçûna pêvajoyê de nirxandin kir. Elîzabeth diyar kir ku desthilatdaran her dem ji sîstema xweseriya demokratîk a gelan tirsiye û li hember xwe wek tehlîkeyek dibîne ji ber vê bi hemû hêzê xwe êrîşê vîna gel dike. Elîzabeth got: "Gelên ku li ser erdîngeriya Mezopotamyayê jiyan dike, ji dîrokê heya niha ji aliyê desthilatdaran ve rastî qirkirin û asîmlasyona çandî tên. Lê gelê Rojhilata Navîn êdî di lêgerîna jiyanek azad de bi îsrar e û ji bo vê yekê bedelên mezin dide."
'Rizgariya gelê bindest wê bi xweseriya demokratîk ve pêk were'
Elîzabeth diyar kir ku sistema xweseriya demokratîk a li Rojava dê bibe modela civaka Rojhilata Navîn û got: "Xweseriya Demokratîk formata jiyanek nû ye û ji bo hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareseriyekî rast û taybet e. Di nava xweseriya demokratîk de hemû netew, kesim û ziman dikare hebûna xwe bi rengê xwe îfade bike û tevlî bibe. Bi pêngavê xweseriya demokratîk re gelek guhertin di nava civakê de çêbûn. Ev guhertin pêl bi pêl bandorê xwe êdî li welatên din jî dike. Bi taybet gavên îlankirinê xweseriya demokrat a li bakûrê Kurdistanê vê yekê diyar dike. Ev gav gavek rewaye û mafê hemû gel heye ku sistema xwe îlan bike û li gorî wê jiyana xwe birêxistin bike û biparêze."
'Ji ber avakirina sistema xweseriya demokratîk hemû gel berpirsyarin'
Elîzabeth wiha dom kir: "Pêngava îlankirina xweseriya demokratîk em erênî dibînin. Ji bo ku gel bikaribe xwe bi xwe rê ve bibe gavek mezin e. Dewleta Tirk vê sistemê li hember xwe wek talûkeyek dibîne. Ji ber vê yekê bi înfaz û komkujiyê dixwaze gel bitirsîne, lê belê gelê Rojhilata Navîn êdî di lêgerîna jiyana azad de bi îsrare û ji bo vê bedelên mezin dide. Modela xweseriya demokratîk dê tevahî gelê Rojhilata Navîn bandor bike. Ji ber vê yekê, hemû gel ji ber avakirina jiyana demokratîk berpirsyar e."
'Gel bi îlankirina xweserî û serkeftina HDP'ê ve hikûmeta AKP'ê têk çû'
Elîzabeth destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê li hemberî îlankirina xweseriyê û serkeftina HDP'ê têk çûye û wiha got: "Ji ber vê Erdogan bi hemû kiryarên xwe ya der mirovahî êrîş dibe ser sivîlan. Bi êrîş û operasyonên qirkirina siyasî diyar dibe ku AKP'ê êdî nefesê xwe ya dawî digre."
'Xweseriya demokratîk bi pêşengiya jin tê rêvebirin'
Elîzabeth di dawî de behsa girîngiya pêşengiya jin ya di nava sîstema xweseriya demokratîk kir û wiha got: "Avakirina sistema civaka xweser wek dayikek ku zarokek bîne dinê. Ji xwe girêdana jin a bi civakê re mezine. Ji ber ku jin avakera civakê ye dê di pêşengiya avakirina xweseriya demokratîk de jî rola herî mezin hilda ser milên xwe. Ev yek bi awayek xwezayî pêk tê. Ji dîrokê heya roja me ya îro mînakên berxwedaniyê jin li holê ne. Di şexsê şehît Arîn Mîrxan de jî mirov wê fedekariya bêdawî ji bo avakirina jiyanek azad dibîne. Em şopdarê têkoşerên jin ên dîrokê ne. Jin bi têkoşîna xwe her dem hêz û vîna xwe parast û xist xizmeta civakê."
(rb/rc/ ch)