'Orhan û Emrah Ugur anî bîra me…'

09:36

JINHA

ENQERE - Bi destpêkirina pêvçûnan re, binçavkirin û înfaz bênavber didomin. Komeleya Rojeva Zarokan, bi despêkirina şer re mirinê zarokan û xirab kirina zagonê zarokan de anî rojevê û got, "Ji bo zarokan divê vê gavê aşitî pêk were."

Bi despêkirina şer re pêvajoya aşitî li aliyek ma û mirinên zarokan her ku diçe zêde dibe. Endamê Komeleya Rojevê Zarokan Emrah Kirimsoy diyar kir ku, derbarê îhlalkirina zagonê zarokan de tu lêpirsîn pêk nayê û got, "Zarok tên qetilkirin cilê gerîlla li wan tên kirin û terorîst tên îlan kirin. Ev yek nayê wateya ku ew ne zarokin. Zarok ji aştiyê re gotina rojbaş e. Ev sanciyên zayinê ên demokrasiyê ye. Eger bi rastî em çareseriyê dixwazin divê em hemû bi hev re dest bidin hev."

'Kevir davêjin û bi bêdengiyê xwe bertek nîşan didin'

Emrah da zanîn ku ji nifusê Tirkiyê ji 3'yan yek zarok in û got: "Berî her tiştî dema ku em dibêjin zarok behsa temenên di navbera 0-18'an dikin. Zarok ji aliyê mezinên xwe ve nayên pirskirin, zarok nikarin dengê xwe di hilbijartinê de bi kar bînin û her dem biryarê jiyanê wan ji aliyê mezinên wan ve tê dayîn. Lê divê zarok jî xwedî mafê jiyanê bin ku di her qadê jiyanê de di nava têkiliyan de bin. Ji ber vê di rewşên bi vî awayî de jî kes hest, fikir û pêdiviyê wan pirs nake û eleqedar nabin. Divê ev nêzîkatî a li hember zarokan bên guhertin. Di cîhanê zarokan de çi hebe wê bertekê nîşan dide. Carnan bêdeng dibe, carnan dev jê berdide û carnan jî kevir diavêje û wiha bertekê xwe nîşan dide. Mirov nikare van rastiyan piştçav bike. Bi taybet wek hebûnê pêşeroja mirov divê di her qadê înşatê jiyanê de cih bigre."

'Divê pêşeroj bi zarokan re bê avakirin'

Emrah got, "Piştî hilbijartinê her ku diçe gotinên netewparêzî û nijedperestî yên hişk, tên kirin û zarok ji gotinên bi vî awayî bandor dibin. Ji ber vê gelek zarok tên kuştin, birîndar dibin. Herî dawî wek bûyera li Dîyadenê ye. Divê kesên têgihiştî pêşî li van buyeran bigrin û ji xwe pirsa 'Em çi dikin' bikin." Emrah her wiha da zanîn ku pêwîste tevî zarokan ji bo pêşerojê xebat bê kirin.

'Bûyerê Dîyadînê Ugur anî bîra me'

Emrah diyar kir ku ew gumanê ku cardin paşve diçin an salên 90'î dijîn jiyan dike û qetilkirina zarokên Dîyadînê wan rojên kevin anîne bîra wan û got, "Li Dîyadînê piştî ku zarok tên qetilkirin hewldidin cilên gerîlla li wan bikin, ev yek jî bûyerên salên derbasbûyî tîne bîra mirov. Wek bûyerê Ugur Kaymaz e, piştî ku qetil dikin çek jî datînin ber serê wî. Bi vê yekê zarokan terorîst îlan dikin." Emrah derbarê nelêpirsînên buyerên qetilkirina zarokan de wiha got:

'Dikarin pevbiçin, ev yek nayê wateya ku ne zarokin'

Emrah got, "Zarok dikarin pevbiçin, her wiha tiştek din jî bikin. Lê ev yek nayê wateya ku ne zarokin. Ji xwe ji ber ku zarokin divê bi wan re mijûl bibin, bên parastin û berpirsyariyê wan bê rakirin. Ev yek xalek girîng e. Wek rojeva zarokan armanca me ew e ku em mafên zarokan a ku tên îhlal kirin derxin holê û bi rapor bikin."

'Ji bo zarokan vê gavê aşitî'

Emrah daxwazê zarokên Cîzîrê ya aştiyê jî bi bîrxist û wiha pê de çû, "Ji bo zarokan divê aşitî pêk were. Guhertinên vê rastiyê erka me hemûyane. Ev sanciyên zayînê ên demokrasiyê ne. Eger bi rastî em çareseriyê dixwazin divê em hemû bi hev re dest bidin destê hev."

'Ji bo ku dawî li neheqî û îhlalan bê ev girîng e'

Emrah wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê dewlet dev ji êrîşkirina gelê sivîl berde. Ev rêgez şert e. Ji bo ku yekitî bê avakirin divê mûzakere û hevdîtin ji nû ve bên destpêkirin. Ji bo ku ev pêvajo ji nû ve neyê jiyan kirin neheqî û îhlalên ku hatine kirin divê bê lêpirsîn nemîne ku cardin neyê dubare kirin."

(rc/ch)