Li hember şer banga jinan a reda wijdanî

10:23

Ceren Karlıdag/ JINHA

İZMİR - Ji jinên reda wijdanî Pinar Demir bang li hemû jinan kir ku li hember konsepta şerê AKP û Serokomar Recep Tayyip Erdogan daniyî holê, ji bo deshilatiya xwe şer dayî despêkirin, cenazê jina gerila ya di şer de jiyana xwe ji dest dayî îskence dike tazî dike, di avêje kolanê, zarokên feqîran dişîne leşkeriyê hemû alîkariyê bindin reda wijdanî.

Li Tirkiyê di sala 1989'an de reda wijdanî ket meriyetê. Di sala 2004'an de bi daxuyaniyên jinan îvmeyek cuda qazanc kir. Li gel jin naçin leşkeriyê jî bi lezgînî daxuyaniyên reda wijdanî dan, gelek caran ev bû mijara rexnê jî. Çalakiyên jinan ne tenê ji bo rawestandina leşekeriya bi zorê bû. Ji ber jin dixwazin hişmendiya mêran a li ser tevahiya jiyanê serwer bidin guhertin çalakiyên wan jî di vê çarçoveyê debûn. Ji ber wê ye Pinar Dermir ji dî nava jinên reda wijdanî denie. Pinar şerê AKP'ê bi gotina Emma Goldman ya "Hemû şerên cîhanê dizên tirsonekên bi navê xwe ciwanên cîhanê dikêşin eniya şer derdixin." dinirxîne.

'Dewlet canê leşkeran weke malê giştî dibîne'

Pinar wiha berdewam kir: "Em di pêvajoya derxistina lekerên zorê denin. Berî şer despêbike înfazên leşkeran, mirinên biguman ên susa întiharê didinê tên dîtin. Lê di demên dawî de qêrînek a em nabihîsin bilind dibe. Êdî malbatên leşkerên dimirin ên dibêjin 'nebêjin welat nesax be' û leşkerên firar dikin hene. Ev jî nîşandana herî baş a mafdariya reda wijdaniye. Bi zorê leşkerî kirin tê wateya canê fedayî dewletê dibiye û di vê pêvajoyê de dewlet weke malê giştî li canê leşkeran dinêre û bê êş canê wan dixebitîne."

'Divê em jiyana xwe ya di çemberê de azad bikin'

Pinar anî ziman ku divê de reda wijdanî de jin ralê xwe bilîzin û wiha dom kir: "Dibe ku em naçin leşkeriyê, em demekê ji aliyê dewletê ve nayên desteserkirin, lê di tevahî jiyanê de leşkeriya me berdewam dike. Deshilatiya dewletê ya hişmendiya mêrane çar aliyê jiyana me xistiye çemberê. Ji bo azadiya jiyana xwe emê bi navê dewletê şerkirinê berdin û çeka ku dewletê bi zorê dayî destê me emê berdin. Divê jin ji bo aştiyê şer bikin. Ji ber beriya her tiştî tekoşînek me ya rastî û kevnare heye. Pinar gotina Kevser Elturk (Ekin Wan) a ku dewletê bi îskencê qetilkirî û ji bo tehşîr kirinê cenazê wê yê tazî avêtî kolanê ya dawiyê ya gotî: "Destê dirêjî jinan bibe dê bê şikandin" bibîr xist û got: "Divê em jiyana xwe ya dibin çemberê de azad bikin. Em kesên dema nû tên diniyayê jiyana me ji aliyê meran ve dikeve çemberê û tê dorpêçkirinin. Weke Ekin Wan gotî divê em wan destan û wê çemberê bişkênin."

'Divê jin li hember şer reda wijdanî diyar bikin'

Pinar bilêv kir ku di nava civakê de ev şer herî zêde canê dayîkan diêşîne û wiha pêde çu: "Dayîkên zarokên xwe dişînin leşkeriyê, di şerek bê alî de zarokên wan dimirin. Ev şer ne şerê wane." Pinar derbirî ku divê dayîk êdî zarokên xwe neşînin leşkeriyê û wiha dom kir: "Li gel vê jî divê hemû jin ji leşkeriya bi zorê re bêjin 'na' û li hember şer reda wijdanî diyar bikin."

(zt)