Li Mêrdînê teqîn: 2 jê zarok 3 kes birîndar bûn
10:28
JINHA
MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji ber teqemeniya di pirê de hatibû bicihkirin 3 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatin wergirtin, di Pira Ahmet Kaya ya li Taxa Firat a li navçeya Nisêbînê saet 20.30’î teqîneke ku hê nehatiye zanîn ji ber çi ye pêk hat. Bi bandora teqînê re li derdora Bulwara Şîrîn û Parka Mûsa Anter di mal û kargehan de zerareke mezin rû da. 2 jê zarok 3 kes ji ber parçeyên caman ên li bedena wan ket birîndar bûn. Parçeyên hesin ên ji pirê qut bûn jî ketin hewşa malan.
Di vê navberê de niştecihên taxê diyar kirin ku dema xwarina êvarî dixwarin destpêkê dengê çend guleyan hatiye paşê jî teqîneke mezin rû daye.
(zt)