Li Lîcê heya sibê nobet li dijî pêvçûnan hat girtin

11:22

JINHA

AMED - Li dijî operasyonên leşkerî a ku 3'ê rojin li sêgoşeya Lîcê- Hênê û Karazê didomin bi sedan welatî ji şev heya sibê bûn mertalê zindî.

Bi sedan welatî li dijî operasyonên leşkerî a ku 3'ê rojin li sêgoşeya Lîcê, Hênê û Karazê ya Amedê didome, li çoltarê Hûrê a navçeya Hênê çalakiya mertalên zindî a welatiyan didome. Li Lîcê û Hênê sewqa leşkeran bi helîkopteran didome, li aliyê din çalakiya nobetê ya welatiyan li ser Gira Zargê a di navbera leşker û gerîllayên HPG'ê de didome. Welatî bi tililî û govendê li dora agir şeva xwe borandin û şefeqê paqijiyê herêmê kirin.

Welatiyên ku li hember rewşên awerte yên şer xwe kirine mertalên zindî nobetê wan li ser giran didome. Hat zanîn ku di saetên sibê de du helîkopterên leşkerî dest bi keşfê kiriye.

Li aliyê din bi sedan welatî ji bo piştgirî bidin çalakiyê mertalên zindî sibê ji Amedê ji bo ku biçin herêmê bi rêketin.

(rc)