Girtiyên PAJK'ê: Riya hevala me Kevser rêya azadiya hemû jinan û mirovahiyê ye
12:14
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser navê girtiyên PAJK'ê Kajîn Perî girêdayî êrîşên ser cenazeyê gerilaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekin Wan) hatî kirin daxuyanîyek nivîskî da. Kajîn wiha got: "Di kesayeta hevala me Kevser de ev êrîşa bêexlaqî û qirêj li hember hemû jinan û mirovahiyê hatiye kirin. Divê ew hovane bizanibin ku li ser vê axê em yek kes jî bimînin em ê hesabê van kirinan teqez bipirisin. Riya hevala me Kevser rêya azadiya hemû jinan û mirovahiyê ye."
Li ser navê girtiyên PAJK'ê Kajîn Perî girêdayî êrîşên ser cenazeyê gerilaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekin Wan) hatî kirin daxuyanîyek nivîskî da. Kajîn di daxuyaniyê de wiha got: '' Îro li welatê me kesên xwe xistine cihê mirovan, lê nebûne mirov hovîtiyên bêsînor pêk tînin. Kajîn wiha axivî: "Di pêşengiya Erdogan û çeteyên wî de li ser gelê me ji sebiyên derguşan bigire heya hemwelatiyên 80 salî bi hovane êrîş dikin, îskence dikin, înfaz dikin û qirkirinan pêk tînin. Ji wijdana mirovahiyê nesîbê xwe negirtine. Der exlaqî tevdigerin. Exlaq û rumeta mirovahiyê binpê dikin.
'Em ê di rêya Kevseran de bimeşin'
Kajîn wiha berdewam dike: "Çeteyên Erdogan li welatê me ji înfaz kirinê têr nabin. Cenazeyan tazî dikin, dest diavêjin, rumet, namus û exlaqê mirovahiyê. Di despêkê de Erdogan û çeteyên wî terorîstiya xwe li ber çavên cîhanê nîşanî tevahî mirovahiyê dane. Li navçeya Gimgim a Mûşê hevala me Kevser Elturk înfaz kirin û paşê laşê hevala me tazî kirin. Divê Erdogan û çeteyên wî ne tenê bên lanetkirin, divê ji aliyê gel ve bên darizandin. Çeteyên bê exlaq û Erdogan divê hesabê van kirinên xwe bidin.
Di kesayeta hevala me Kevser de ev êrîşa bêexlaqî û qirêj li hember hemû jinan û mirovahiyê hatiye kirin. Divê ew hovane bizanibin ku li ser vî axê em yek kes jî bimînin em ê hesabên van kirinan teqez bipirisin. Riya hevala me Kevser rêya azadiya hemû jinan û mirovahiyê ye. Em ê di rêya Kevseran de bi têkoşeriyek bilind bimeşin. Serê malbata me Kevser û tevahî gelê me saxbe..."
(zt/ch)