Eşqa azadiyê temenê dirêj nasnak e
12:40
JINHA
DIRBÊSIYÊ - Temenê Dayika Kîfah a 66 salî li ber eşqa wê ya azadiyê nebû asteng û kesayeta xwe ya azad di nava şoreşê de dît.
Kîfah Xelîl Efendî dayiykek bi xwe jinek ereb ji bajarê Helebê yê Sûriyê ye. Ev 35 salin li gel hevjînê xwe li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê dijî. Temenê wê 66 saliye û dayika 4 zarokane. Kîfah sê mehin cihê xwe di nava Hêzên Parastina Cewherî de digre û nobeta bendê kontrolê yê bajarê Dirbêsiyê digre . Dayika kîfah diyar kir ku temenê dirêj li ber eşqa wê ya azadiyê nebûye asteng û wiha got: "Tevî ku temenê min mezin e, lê min ew hêz di kesayeta xwe de dît ku ez jî li kêlek ciwan û jinên şervan bisekinim û parastina axê bikim. Ji ber ku erka xwe parastinê erkek di xwezayiya tevahiya mirovan de heye."
'Min kesayeta xwe di nava şoreşê de dît'
Dayika Kîfah derbarê şoreşê û rewşa jinê de axifî û destnîşan kir ku berê civak di bin zihniyeta dagirker a zilaman de jiyan dikir û herdem jin ji jiyanê bê maf dihat hêştin. Lê belê bi şoreşa Rojava re jin gavên mezin di her qadê jiyanê de avêt. Lewma ez dibêjim ev jiyanek nû ye. Min hêz ,hebûn û kesayeta xwe di vê şoreşê de dît. Ji ber wê bi dil û can ez karê xwe dikim û ez ê têkoşîna xwe a jiyanê berdewam bikim.
'Tenê YPG/YPJ'ê'
Têkildarî pêvajoya şoreşê û serkeftinên YPG/ YPJ’ê dayika Kîfah li ser girîngiya rola hêzên YPG/YPJ'ê wiha got: "Baweriya me tenê bi hêzên YPG/YPJ'ê tê. Ji ber ku tu cûdakarî naxê navbera ol, ziman, netew û mezheban de."Dayika Kîfah ji ber ku di nava hêzên parastina cewherî de Kurd, Ereb û Sûryanî hene kêfxweşiya xwe anî ziman û wiha domkir: "Ev yek moral û hêz dide mirovan. Yekîtiya hemû netewan bi yek rihê ji bo armancek têdikoşe."
'Ez qurbana axa welatê xwebim'
Dayîka Kîfah di dawî de bang li xwedî derketinê serkeftina şoreşa Rojava kir û got: "Ez ji bo tevahî mirovahî dibêjim ku, jiyan ne tenê mirine. Jiyana bi rûmete. Ji ber vê yekê divê her kes vegere ser axa xwe û berpirsyariya parastinê hilde ser milê xwe. Ez qurbanê axa welatê xwebim."
(rc)