Li Roboskî şer berdewame
12:41
Tebax
21
/ 2015
JINHA
ŞIRNEX - Li girê "Şehît Kendal" ê li sînorê Roboskê di navbera HPG'î û leşkeran de pevçûnên dijwar diqewimin û ji ber topebarana leşkeran li herêmê şewat derket.
Li girê "Şehît Kendal" ê li sînorê Roboskê ya navçeya Qilabana Şirnexê ye di navbera HPG'î û leşkeran de serê sibehê pevçûnên dijwar qewimîn. Ji ber topebarana leşkeran li zozanê Şîrît û li çolterê gundê Zeryayê şewat derket.
Li herêmê pevçûn didome û ji Tabura Topçular a Gulyaziyê ber bi xeta sînor topebaran didome.
(zt)