Ji welatên Baskê piştevaniya kurdan

12:51

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Navnetewiya Welatên Bask ê li hember êrîşên hikumeta Tirkiyê ser Kurdistanê dane despêkirin peyamek a piştevaniyê weşand. Daxuyanî bi gotina "Li hemberî zextên hikûmeta Tirk a demkî ya li Bakurê Kurdistanê ser partiyên Kurdan û rêxistinên girseyî li gelek bajaran xwerêveberî û xweparastin îlan kirine û bi vî rengî bersiv dane." despêkir.

Fermandariya Navnetewiya Welatên Bask ê li hember êrîşên hikumeta Tirkiyê ser Kurdistanê dane despêkirin peyamek a piştevaniyê weşand. Daxuyanî wiha ye: "Partiya herî mezin a Tirkiyeyê AKP a di bin rêveberiya Erdogan de ku roj bi roj bêhtir Îslamî û mûxafazakar dibe, encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê, ku HDP'ê temsîliyeteke xurt a li parlamentê bi dest xistiye û AKP'ê ji bo avakirina sîstema serokatiyê, bi taybetî jî xîlafetê, hejmara têrker wernegirt, hezm nekiriye. Erdogan ji ber îhtirasa xwe kor bûye û bi rûyê xwe yê herî xwînxwar û zordar ji nû ve derketiye ser dikê.

'Êdî bes e'

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: "Tirkiye ya ku endamê NATO ye û ji aliyê cografîk ve di dilê Rojhilata Navîn de cih digire, bûye destekdarê DAIŞ'ê, ku ev rêxistina hov a weke amûreke emperyalîzmê li herêmê tê bikaranîn û rêbazên herî hov li dijî mirovên Rojhilata Navîn bi kar tîne, tecawiz dike, jinan direvîne û difiroşe, li qadên lê bi cih bûye jî mirovan dike kole. Lê belê gelan bêyî dereng bimînin bersiv dane van hemûyan û ji komunan heta xwerêxistinkirin û xweparastinê, herêmên xwerêveberiyê ava kirine û gotine 'êdî bes e'. Li hemberî vê rewşê, hikûmeta AKP'ê mîna kuştin, girtin û bûyerên windakirinê yên salên 90'î, dest bi zext û êrîşên dewleta terorê kiriye."

Komîteyê binçavkirina Hevşaredarên Farqîn û Sûrê şermezar kir û got, "Em dixwazin hemû girtî û binçavkirî serbest werin berdan û bomberdûmana Çiyayê Qendîlê, bê sekinandin." Di daxuyaniya daxuyaniyê de hat gotin, "Em dixwazin bêjin ku ji Welatê Bgaskê em destek û piştgiriyê didin hemû gel û saziyên ji bo mafê xwe yê parastin û rêxisinbûyînê jiyana xwe dixin xeteriyê û jiyana xwe ji dest didin."

(zt)