Balefirên tirkan ên şer cardin gundên Qendîlê bombabaran dike
14:42
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Tirk duh bi şev du caran herêma Qendîlê bomberdûman kirin. Di bomberdûman de derdora gundê Zergelê ku beriya niha 8 sivîl lê hatibûn qetilkirin, gundên Hobyan, Komta û qada Kalatuka hedef hatin girtin.
Balafirên şer ên Tirk duh êvarê saet di 21:30 de li Qendîlê dan. Di êrîşa destpêkê ya nîv saetê dewam kir de gundê Hobyan û derdora gundê Zergelê hatin bombekirin. Hin ji malên li gundê Hobyanê ji ber bombeyan zerare dîtin. Di êrîşê de tiştek bi kesî nehat, lê belê xisara madî rû da. Êrîşa duyemîn jî saet di 01:30 de pêk hat û nîv saetê dewam kir. Di dema her du êrîşan pêgerên hewayî yên bê mirov keşif kirin û li gorî koordînatên hatin dayîn, bomberdûman hat kirin.
Duh tevahiya şevê tevgera keşfê dewam kir. Li dû bomberdûmanê şewat li daristanê derket. Hat ragihandin ku şewata li herêmê hînê dewam dike.
Gelê herêmê nerazîbûneke tund nîşanî bomberdûmanê da. Her wiha Hikûmeta Herêmê jî tê şermezarkirin ji ber ku destekê dide êrîşên hewayî yên artêşa Tirk.
(zt)