Ulrike Held: Divê Kongra Jinên Cîhanê rewşa jinên Êzidî bixin rojeva xwe
10:25
Newroz Dijwar/JİNHA
SILÊMANÎ - Endama Komela Feminist Alman Courage yê û pispora travmayan Ulrike Held, diyar kir ku divê rewşa jinên Êzidî ji bo Kongereya Jinên Cîhanê bê ragihandin û got: "Divê tiştên jinên Êzidî jiyan kirî demek ji yadinê zutir bê girtina rojevê. Divê em alîkariya wan mirovan li ser xaka wan bikin.
Endama Komela Feminist Alman Courage yê û pispora travmayan Ulrike Held, Kampa Silêmaniyê ya ku jinên Êzidi yên ji destê DAIŞ'ê xilasbûne lêdimînin ziyaret kir û rewşa jinên Êzidî ji bo ajansa me nirxand. Ulrike da zanîn ku jinên Êzidî di wan kampan de rastî gelek zoriyan tên, alîkariya mirovî ya ji bo wan tê kirin gelek kêm dibîne. Ulrike destnîşan kir ku pêdiviya jinên Êzidiyên ji destê çeteyên DAIŞ'ê rizgarbûne bi alîkariya derunî heye û wiha domand: "Ez weke delege ya Ewrupa di Kongera Jinên Cîhanê de cîh digirim. Ez bûm şahidê jiyana jinên li vêderê dijîn. Teqez ezê van tiştên min dîtî bigihînim Kongra Jinên Cîhanê. Divê jinên cîhanê li jinên Êzidî xwedî derkevin û dengê wan bidin bihîstin."
'Jin di aliyê derunî de pirsgirêkên cidî dijîn'
Ulrike anî ziman ku pêdiviya jinên li kampê dimînin bi alîkariya derunî heye, dema ku Şengal azadbibe dê hinek ew travma bên derbaskirin. Ulrike bilêv kir ku divê jinên ji destê DAIŞ'ê hatine rizgarkirin ji malbatên wan neyên durxistin û wiha berdewam kir: "Di aliyê derunî de jin pirsgirêkên cidî jiyan dikin. Teqez divê jin ji malbatên wan neyên durkirin. Divê armanc hemû ew be wan mirovan berê çawan jiyan dikirin, cardin vegerin wan rojan. Armaca DAIŞ'ê bê rometkirina jinan û di çavê mirovahiyê de biçuk xistina wane. Heger jin dixwaze nirx bide xwe û bibe vîn divê li gel malbata xwe li ser erdnîgariya xwe bijî. Ez bi hinek jinan re axivîm dixwestin biçin Ewrupayê. Dibe hinek mirov hiwa bixwazin, lê ev weke piroje fikirîn nayê pejirandin. Berevajiyê wê divê ew li ser erdnîgariya xwe bi çanda xwe bijîn û di wî aliyî de piroje bên pêşxistin û alîkarî bên dayîn. Em niyetên deshilatan dizanin, dixwazin bi hincetên alîkarîdayînê çandan tine bikin û pergala xwe bixin meriyetê. Divê em li ser axa wan bi wan mirovan re bibin alîkar. Divê ew malbat jî li jinên hatine rizgarkirin xwedî derkevin û ji derveyî xwe nehêlin. Ya jinan ji travmayan rizgar bike eve. Her wiha azadiya Şengalê dê ji bo derbaskirina travmayan bibe alîkarî."
'Elmaniya di vê mijarê de ne bihişmendiye'
Ulrike di aliyê projeyên koçberkirina Êzidiyan ser axa wan de Elmaniya rexne kir û got: "Li Elmaniyayê hinek kesîm dixwazin alîkariya jinên Êzidî bikin. Niyetên wan jî başin. Lê ez projeyên jin ji axa wan qetandinê rast nabînim. Dema ku jin ji axa wan bê qetandin dê travma hîn zêdetir giran bibin. Elmaniya jî divî alîyî de bê hişmendiye. Ji xwe aramca hatina me ya li vêderê jî eve. Bi salane ez ser van mijaran dixebitim û hinek ceribanidinên min çêbûne. Li gora min li vêderê tedawiya jinan kirin ya herî baş ewe. Li cihê jinan yek bi yek bişînin Elmaniya bila heyetê bişînin vêderê. Bi vî awayî xebatek hîn baştir dê derkeve holê."
Ulrike balkişand ser zoriyên kampê û wiha dom kir: "Dikarin bi hêsanî alîkariya li Elmaniya kom dikin bigihînin vêderê. Şertê jiyana wan gelek zore. Ava pak û elektirîk nîne. Ev şertên zor ser mirovan bandorên derunî dike. Toz û germî bi qasî neyê kêşan nîne. Divê şertên jiyanê bên baş kirin."
'Divê Kongreya Jinan vê rewşê bigire rojeva xwe'
Ulrike anî ziman ku divê Kongreya Jinên Cîhanê rewşa jinên Êzidî bigire rojeva xwe û wiha pêde çu: "Ez dixwazim jin li vêderê bên tedawîkirin û ji bo vê çî ji destê min bê ezê bikim. Weke din hevalên min ên pisporê travmayan hene. Ezê hewilbidim ku ew jî bên vêderê. Dema ku vegerim Elmaniyayê ezê çavdêriyên xwe yên ser jinên Êzidî hewilbidim bi dayîna daxuyaniyan bidim bihîstin. Ez bûm şahidê jinên Êzidî li vêderê çî dijîn. Ezê nêrînên xwe di derbarê jinên Êzidî de ji bo Kongreya Jinên Cîhanê vebêjim. Divê Kongreya Jinên Cîhanê jî rewşa jinên Êzidî hema bêxin rojeva xwe."
(zt)