Dayikên Şemiyê: Bila êdî ev xwin bisekine

10:27

JINHA

ŞIRNEX – Dayikên Şemiyê li Cizîrê di çalakiya xwe ya 348’min de Aqubeta Elî Karagoz pirsîn û xwestin ku ev 40 sale xwina ku diherike bisekine.

Dayikên Şemiyê ku her hefte bi armanca berpirsê wundayên xwe bi pirsin tên cem hev û çalakî li dar dixin. Dayîkên Şemiyê li Cîzîrê çalakiya xwe ya 348’emîn pêk anîn. Hevserokên DBP û HDP, rêvebirên MEYA-DER, TUHAD-FED, KURDÎ-DER’ê jî ji bo piştgirêyê tevlî çalakiya dayikan ya li kolana Hûnerê bûn. Dayikên Şemiyê pankartê albûma wundayiyan vekirin û wêneyên wundayê xwe rakirin. Dayikên Şemiyê di çalakiya hefteya 348’emîn de aqubeta Elî Karagozê ku di sala 1993’an de ji aliyê leşker û cerdavan Kamil Atak ve hat binçav kirin û dure jî hatî wunda kirin pirsîn. Çîroka Elî Karagoz ji aliyê nûnerê ÎHD’ê Abdullkerim Pusat ve hat vegotin.

'Herin mala xwe yan emê we jî bikujin'

Abdulkerim diyar kir ku rojek serê sibê davêjin ser maka Elî û wî bin çav dikin dema hevsera Elî bi armanca ku rewşa Elî hîn bike diçe serî li dozgeriyê dide dozger jê re dibêje “Hûn bûn bela serê min herin mala xwe” Abdulkerim da zanin dema carakadin Eyşe ji bo rewşa hevserê xwe diçe dibîne ku daxwaznama ku daye dozger ji holê hûnda dibe. Abdulkerim anî ziman ku Eyşe çend caran çûye cem Kamil Atak da ku rewşe hevserê xwe hîn bike lê Kamîl Atak jê re gotiye “Here mal yan ezê te jî bikujim.”

Abdulkerim diyar kir ku di vî şerê 40 salî de bi hezaran kes hatine kuştin û ji bo wan canek bi wateye û wiha got: "Kesekî ku ji bo canek xemgin nebe ji bo hezar canî jî xemgin nabe. Di vî şerê qirêj de evqas kes hatin kuştin niha daxwaze me ewe ku ev xwina diherike demildest bisekine.” Abdulkerim bi lêv kir ku her roj cenaze tên û li her devara Tirkiyê dilê dayika dişewite û wiha dewam kir: "Hemû dinyayê fam kir ku şer ne çare ye. Ev çil sale 40 hezar mirov mirin ma ne bese. Parlamentoya Tirkiyê berpirsê vê xwînê ye.”

(ma/zt)