Li Zozanên Şênê çalakiya mertalên zindî despêkir

10:38

JINHA

AMED - Li Zozanên Şênê yê di navbera Pasûr û Mûşê de ye, li hemberî "Herêmên Ewlehiya Taybet" û pevçûnan, çalakiya mertalên zindî hate destpêkirin. Bloka Aştiyê jî di derbarê daristanên Licê yên dişewitin de agahî wergirt.

Pasûriyan biryara ku 20 herêmên Amedê herêmên leşkeri yên qedexe hatî İlankirin, protesto kirin û di dorhêla biryara xwe ya mertalên zindî ya li hemberî "Herêmên Ewlehiya Taybet’’ de li herêma Zozanên Şênê ku girêdayî navçeya Pasûrê ye, çalakiya Mertalên Zindî dan destpêkirin. Gelek welatiyên k udi nava wan de parlementerê HDP’ê Edîp Berk, rêberên HDP û DBP’ê yên Mûş û Pasûrê jî heyî , li herêma Zozanê Şênê hatin ba hev. Mertalên Zindî yên ku alên spî vekirî û dirûşimêm; ‘’Ne şer, aştî aniha’’ berz kirîn, beriya çalakiyê daaxuyanî dane çapemeniyê.

Hevserokê navçeyê yê DBP’ê Fatîh Taş anî ziman ku; ‘’Komkujiyên ku bi komkujiya Pirsûsê destpê kirî û bi komkujiyên Silopiya, Gever, Şemzînan, Gimgim, Licê û Farqînê dewam kirîn, daxistina meriyetê ya polîtîkayên êrîş û tunekirinê yên ji salên 1990’î dijwartir e. Bi Herêmên Ewlehiya Taybet ve xweza tê herifandin. Ji bilî vê qedandina sewalkariyê ku tene debara gele herêmê bi wê tê kiririn û şewitandina zozan û daristanên me dê pirsgirêkên micid bi xwe re bîne.’’ Welatiyan piştî daxuyaniya çapemeniyê çûne serdana konên li Zozan heyî û çalakiya mertaalên zindî da destpêikirin.

Bloka Aştiyê çû serdana Licê

Bloka Aştiyê bi armanca ku lêkolînê bike û piştevaniyê bide çalakiya mertalên zindî ku li bejahiya gundê Hurê yê girêdayî navçeya Hênê li hemberî operasyona leşkeri ya beriya sê rojan li sêgoşeya Licê-Hênê-Karazê destpê kirî, çû serdanê. Bloka Aştiyê ya li Licê bi gel re hate ba hev; ji hela hevberdevkê HDK’ê sabahat Tuncel, parlenterê HDP’ê Ziya Pîr, hevserokê HDP’ê yê bajêr Omer Onen, hevşaredarên Hênê, Licê û Karazê ve hatin pêşwazîkirin. Bloka Aştiyê di derbarê daristanên Licê yên dişewitin û pevçûnên diqewimin de bi gel re hatin ba hev û lêkolîn kirin.

(ss/zt)