Meclisa Gel ji esnafan xwest ku dikanê xwe negrin
11:33
JINHA
ŞIRNEX - Meclisa Demokratik a Gel a Cizîrê ji ber şerê dawî yê li herêmê pirsgirêkê esnafan gûndar bika bi belevokan esnafan vexwend civînê. Di belevokan de hat xwestin ku esnaf ji bilîrewşê awarte dikanê xwe negrin
Meclisa Demokratik a Gel a Cizîrê bi armanca ku ji bilî rewşên awerte esnaf dikanê xwe negrin belavok belav kirin. Esnafên Cizîrê ji ber êrişên dewletê yên li ser gel û esnafan gelek caran neçar diman dikanê xwe bigrin. Hevserokên DBP’ê, endamên Meclisa Dayikên Aşitiyê, MEYA-DER û gelek saziyên sivîl tevlî belavkirina belavokan bûn. Meclisa Gel li hember vê yekê esnafan hişyar kir û xwest ku ji bilî rewşên awerte tu dikan nên girtin.
Di belavokan de her wiha hat gotin ku bi salane gelê kurd li hember polîtîqayên dewletê berxwe dide û di belavkirina belavokande ev tişt hatin gotin: "Ev çend mehin êrîşên li ser gelê me zêde dibin em dizanin ku esnafê me ji vê yekê gelek zirar dibînin. Em nikarin zirarên vî şerî bi tamami ji holê rakin lê em dikarin kêm bikin eger em xwe bi rêxistin bikin em dikarin vê mesêlê hel bikin. ji bo ku em pirsgirêkê xwe nîkaş bikin bila roja 23.08. 15 hemû esnafên me werin Mala Gel ya Cudî.”
(ma/zt)