'Werin em vî şerî bi hevre rawestînin'
13:47
Şerîn Hiso - Nîşmiye Guler / JINHA
WAN - Dayîkên Wanê li hember polîtîkaya şerê vê dawiyê berdewam dike bûn mertalên zindî bang li dayîkên leşkeran û polîsan kirin û gotin: "Werin em bi hev re dest bidin hev vî şerî bidin rawestandin."
Dayikên ku li hemberî polîtîkayên şer li Çiyayê Tendurekê bedenên xwe kirine mertalên zindî rexmî hewaya sar jî nobeda xwe didomînin. Dayikan diyar kirin ku ew ji bo zarok û welatê xwe bi parêzin nobedê digirin û wiha gotin: "Em ji bo ku li hemberî şer aştiyê bînin li virin. Em bang li dayikên leşker û polîsan dikin. Werin em dest bidin hevdu û vî şerî rawestînin. Hûn jî werin ligel me nobedê bigirin."
Dayika bi navê Salîha Kaya da zanîn ku ji bo xwîn rawste ew nobedê digirin. Salîha bi lêv kir ku gelê kurd dê heta dawiya xwîna xwe dê berxwe bidin û wiha pêde çû: "Baweriya me bi aştiyê heye. Ger aştî pêk neyê em hemû amade ne ku xwe bi parêzin."
Dayika bi navê Husna Altintaş ku kurekî wê leşker û yek jî gerîlaye da xuya kirin ku êdî dixwazin dawî li şer were û wiha axivî: "Erdogan dilê hemû dayikan şewitand. Yên li her du aliyan jî zarokên me ne. Gelê kurd dê hertim bi awayekî ser bilind li qadan bin. Ger pêwîst bike em 20 sal li vir nobedê bigirin. Ez bang li dayikên leşker û polîsan dikim, derkevin qadan û aştiyê bixwazin. Bila ji mirinan re bêjîn êdî bese."
Dayika bi navê Mukaddes Yildirim jî diyar kir ku ew li bendê ne ku dayikên leşker û polîsan pişgiriyê bidin çalakiya wan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dema zarokên wan dimirin dibêjin; 'bila welat sax be' lê dema zarok mir welat saxbe ji bo çiye. Bila destûr nedin ku Erdogan wan bixapînin."
(mb)