KJA yê Koordinasyona xwe ya Enqerê avakir
13:48
JINHA
ENQERE - Kongreya Jinên Azad (KJA) Koordînasyona xwe ya Enqereyê bi civîneke çapemeniyê ragihand. Di civînê de bang li hemû jinên li Enqereyê hat kirin ku di bin banê KJA yê de bicivin û têkoşîna xwe xurt bikin.
Civîna çapemeniyê ya ragihandina Koordînasyonê li avahiya Yekîtiya Mulkiyeyan pêk hat. Endama Koordînasyonê Newroz Şanli li civînê peyivî û da xuyaikrin ku tevgera jinên Kurd a hêza pêşeng a têkoşîna azadiyê ya jinê ya li Tirkiye û Rojhilata Navîn e, di bin sîwana KJA de rêxistinbûyîna xwe mezin dike û kelecanê dide hemû jinan.
Newroz da zanîn ku weke jinên Enqereyî ew rêxistinbûyîna KJA'yê dipejirînin û ji bo dengê li Amedê bilind dibe bibihîze, wan Koordînasyona KJA ya Enqereyê ava kirine. Şanli got, "Berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê bi têkoşîna xwe re nehêlin Qesr di ser beden û nasnameya me re şer bimeşîne." Newroz diyar kir ku weke jin ew alîgirê aştiyê ne û anî ziman ku ji bo maseya muzakereyê ji nû ve bê avakirin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û pêvajoya çareseriyê bigihêje encamekê ew ê têbikoş in.
Newroz her wiha da xuyakirin ku ew li cem jinên li Gimgim, Farqîn, Silopiya, Gever û Liceyê dengê xwe bilind dikin cih digirin û bang li hemû jinên li Enqereyê kir ku di bin sîwana KJA de bicivin û têkoşîna xwe xurt bikin.
(zt)