Li Surê hewila qirkirinê heye: Kesek înfazkirin yek jê zarok 5 birîndar hene

13:49

JINHA

AMED - Ji duh êvarî ve Sur dibin dorpêça polîsan denen û agahî nayê girtin. Yek ji şahidê bûyerê diyar kir ku yek jê zarokek 9 salî li gel 4 kesên dinê girtine binçavan, ber bi serê sibê polîsan kesek qetilkir û cenaze jî birin. Di navê de parlementerên HDP'ê jî heyî bi hezaran kes li Balikçilar Başiyê kombûn. Parlementera HDP'ê ya Amedê Sibel Yigitalp girêdayî rewşê got: "Em li Taxa Hasirliyêne. Ciwanek ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin û cenazê wî jî polîsan birin. Me nekarî di derbarê nasnama wî de agahî bigirin. Gelek mal û dikan hatine gulebarankirin. Şopên guleyan balê dikişînin."

Duh di saetên şevê de ku polîs li taxên Sura Amedê dest bi operasyonan kirin dîsa ketin nava hewldanên ku qetlîman pêk bînin. Gelek taxên Sûrê ku di bin dorqeça polîsan deye, hat payîn ku ji duh êvarê ve ye ku tundiya li navçeyê her ku diçe zêde dibe, kese jiyana xwe ji dest daye û gelek jî birîndar hene. Duh êvarê li taxên FAtîhpaşa, Cedetpaşa, Hasirli û li dora Mizgefta Hz. Suleyman welatî li dijî çewisandin û tundiya polîsan xendek kolandin û nobedê digirin. Duh saet di 02.00'an de ku polîs hewl dan bikevin taxan, bi bombeyên gazê û guleyan êrîşê welatiyên ku nobedê digirin kirin. Her wiha li ser avahiyên derdorê sekvan bi cih kirin. Piştî ku welatî jî bersiv dan polîsan li taxan pevçûnên dijwar qewimîn.

Kesek înfaz kirin

Li navçeya Sura Amedê polîsan êrîşî gel kirin derdorê gulebaran kirin, di dema gulebaranê de ciwanek nasnama wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest da. Li gorî keyayê Taxa Cemal Yilmaz gelek mal hatine gulebarankirin û zarokê bi navê Y. O. ku guleya polîsan di ber serî wî de derbas bibû niha rewşa wî baş e. Mal û cihên kar hatin gulebarankirin. Li navçeya Sûrê taxa Hasirsilê û li gelek taxan mal û cihên kar hatin gulebarankirin. Di saetên serê sibê de jî welatiyê binavê Hasan Akiş ku temenê wî 25 saliye ji bo biçe kar dema ji mal derket ji aliyê polîsan ve hat derbikin û ji aliyê welatiyên derdorê ve ew rakirin nexweşxaneyê. Li navçeyê ceyran hatine birîn, helîkopter her tim li ser taxan digerin û taxên ku hatin dorpeçkirin ketin û derketina taxan ji aliyê polîsan ve hatiye qedexekirin.

Li hember tiştên li Surê hatin jiyîn Parlementerên HDP'ê yên Amedê Çaglar Demirel, Sibel Yigtalp, Ziya Pîr, Edip Berk li gel hevserokên HDP û DBP yên Amedê û nûnerên KJA û KCD'ê bi gelek welatiyan re çun herêmê.

'Ciwanek qetilkirin'

Sur'da yaşanan katliam girişimine karşı HDP milletvekilleri Çağlar Demirel, Sibel Yiğitalp, Ziya Pir, Çağlar Demirel, Edip Berk ile HDP ve DBP il eşbaşkanları ve yöneticileri, KJA, DTK temsilcileri ve çok sayıda yurttaş bölgeye gitti.

'1 genç katledildi'

Parlementera HDP'ê ya Amedê Sibel Yigitalp girêdayî rewşa li wê tê jiyîn wiha axivî: "Em li Taxa Hasirliyêne. Ciwanek ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin û cenazê wî jî polîsan birin. Me nekarî di derbarê nasnama wî de agahî bigirin. Gelek mal û dikan hatine gulebarankirin. Şopên guleyan balê dikişînin."

Navenda DBP'a Amedê jî ji bo Sura dibin gulebarana polîsan de banga bûyîna mertalên zindî li gel kir.

(zt)