Li Surê polîsan çuyîna nexweşxanê ya jina ducanî asteng kir di malê de welidî
15:40
JINHA
AMED - Tîmên taybet ên ku şevê din taxa Fatîh Paşa ya Sûra Amedê dorpêç kirin nehiştin jina ducanî Hayriye Uran bibin nexweşxaneyê. Ji ber astengiya polîsan Hayriye bi alîkariya jinên li taxê bebeka xwe anî dinyayê.
Li navçeya Sûrê ya Amedê şevê din tîmên taybet bi wesayîtên zirxî bi ser gelek malên taxa Fatîh Paşayê de girtin, welatiyên taxê li hemberî serdagirtina polîsan ketin pozîsyona parastina cewherî. Polîsên ku têketin û derketina taxê girtin nehiştin tu kes ji taxê derkeve. Jina ducanî Hayriye Uran êşên wê dest pê kir û bi alîkariya cîranan hewl dan wê bibin nexweşxaneyê. Polîsan wesayîtên xwe yên rê girtinbûn ranekirin û nehiştin Hayriye bibin nexweşxaneyê.
'Ewlehiya canê me tune ye em nikarin ambulansê bişînin'
Cîranê Hayriye Fehmî Aşan der barê mijarê de agahî da. Fehmî diyar kir ku ji ber êşa ducaniyê ya Uran zêde bû hewl dane wê bibin nexweşxaneyê û wiha axivî: "Me xwest polîs rê veke û Uran bibin nexweşxaneyê. Polîsan rê venekir. Li ser vê yekê me telefonî serwîsa lezgînî 112'an kir. Ew jî bi hinceta ku ewlehiya canê wan tune ye nehatin. Ji ber êşê wê zêde bû me ji neçarî wê bir malê û bi alîkariya jinên taxê bebeka xwe anî dinyayê." Aşan bi van gotinan bertek nîşanî astengiya polîsan da: "Dibe ku wê jiyana xwe ji dest bida wê kê hesabê vê yekê bida."
Şîrvan Aşan a ku yek ji welatiyên hewl da Hayriye bigihîne nexweşxaneyê bû û ev tişt anî ziman: "Me ji polîsan got ku divê em wê bi lezgînî bibin nexweşxaneyê. Lê polîsa destûr neda û got ku têxin nava betaniyekê û bibin aliyên din rê. Me bertek nîşanî vê astengiya polîsan da."
(zt)